KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şemzînanê 18 tîmên taybet hatin kuştin
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ragihand k udi çalakiya li hember Qereqola Jendermeyan a Navçeyê ya Şemzînan a Colemêrgê 18 tîmên taybet hatine kuştin. -
Baydemîr bi esnafan re dûaya bereketê xwend
Namzetê HDP’ê yê Riha Osman Baydemîr xebatên xwe yên ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê li navenda bajêr dewam kir. -
Êrîşên artêşa Tirk ên li hember herêmên gerîlayan didomin
Êrîşên artêşa Tirk ên hember herêmên gerîlayan didomin. Balafirên şer ên artêşa Tirk qada Bînbîr a girêdayî Geverê 4’ê Cotmehê saet 10.00 û 5’ê Cotmehê saet 04.00’an bombe kir. -
Li Nisêbînê malbata xaniyê wan bi hawanê hat xerakirin, di jêrzemînê de asê man
Malbata Ari ya ji 15 kesî pêk tê, piştî mala wan bi topa hawanê hate xerakirin, di jêrzemînê de asê mane. -
Li Wanê civîna xwerêveberiyê destpê kir
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Wanê civîna xwerêveberiyê pêk tê. -
Ji bo jinên dîl ên di destê DAIŞ'ê de wê berxwedan bê pêşxistin
"Platforma têkoşînê ya ji bo jinên bi zorê hatine ragirtin" encamnameya komxebata "Di şer û pevçûnê de zayenda civakî û şîdetê" ya 2 rojan berdewam kir li Salona Civînê la Sumerparkê aşkera kir. -
Li Zaandamê ji bo HDP'ê şeva piştgiriyê
Li bajarê Hollanda Zaandamê, ji bo HDP'ê şeveke piştgiriyê hat lidarxistin. -
Ciwanên YDGH’ê banga çepera berxwedanê kirin
Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger li hember faşîzma AKP’ê bang li ciwanan kir ku di çepera berxwedanê de cih bigirin. -
Li Farqînê hewldanên komkujiyê û berxwedana gel dewam dikin
Li navçeya Amed Farqînê, ji saet 06:30 û vir ve leşker bênavber topan diavêjin qadên sivîlan. Parlamentera HDP'ê Yîgîtalp da xuyakirin ku li navçeyê hewldanên komkujiyê û berxwedana gel dewam dikin. -
Komkujiyên dewleta Tirk, li Moskowê hatin protestokirin
Saziyên Kurd ên li Moskowê, êrîşên bi fermana AKP û Erdogan tên kirin, şermezar kirin. -
Çalakiya ciwanan a bi bisîkletan dewam dike
Çalakiya bi bisîkletan a bi pêşengiya Ciwanên Azad li Strasboûrgê destpê kir, di roja sêyemîn de li bajarê Swîsre Solothûrnê dewam dike. -
Li Nisêbînê polîs êrîşî malan dikin, berxwedan didome
Li Nisêbînê, ku bi qedexeya derketina derve re hêzên dewletê bênavber êrîş dikin, danê sibehê guleyeke topê li malekê ket. Li malekê jî, ji ber gulereşandina polîsan şewat derket. -
Rêgeha çeteyên El Nûsra ya li Helebê ket bin kontrola YPG/YPJ'ê
Li nêzî taxa Şêxmeqsûd a Helebê, derdora rêgeheke girîng a çeteyên El Nûsra, ket bin kontrola hêzên YPG/YPJ'ê. -
Ji ber sûcê 'bi erdê ve kişandina mirovahiyê' gilî hat kirin
Baroya Amedê, der barê îşkenceya ku hêzên dewletê li Şirnexê li cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk kirin de, gilî kir. -
NAV-DEM: Qesr li Ewropayê jî dest bi êrîşan dike
NAV-DEM'ê êrîşa li dijî Buroya Hilbijartinê ya HDP'ê ya li Berlînê û êrîşên li hemberî Kurdên li Ewropayê, şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Êrîşên ji aliyê Qesrê ve tên kirin, xwe li Ewropayê jî didin der." -
Haci Lokman Bîrlîk bi birîndarî hat înfazkirin
Wêneyên otopsiya Bîrlîk ê berî 2 rojan ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hat înfazkirin, derketin holê. -
Hevalê dibistanê yê kujerê DAIŞ'î John, hat serdana gerîlayên HPG'ê
Leşkerê berê yê dildar û kameran Emîle Ghessen ku bi kujerê DAIŞ'î John ê ku dîmenên serjêkirina mirovan tê naskirin li heman dibistanê xwend, li Kerkûkê gerîlayên HPG û YJA Starê ziyaret kir. -
Sari yê YPG'yî û Taş ê HPG'yî hatin bîranîn
Şervanê YPG'ê Servet Sari û gerîlayê HPG'ê Suwar Onûr Taş, li bajarê Hîldesheîmê hatin bîranîn. -
Li Grazê şeva piştgiriya bi HDP'ê re
Li bajarê Awûstûrya Grazê, ji bo piştgiriya HDP'ê şevek hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan beşdarî şevê bû. -
Cenazeyê Sîdar Saka yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin hat veşartin
Cenazeyê Sîdar Saka yê li Şirnexê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, li navçeya Mûş Milazgirê bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Şervanên YPJ/YPG ên li Çiyayê Kizwanan jiyana xwe ji dest dan hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanên YPJ/YPG Bêrîtan Cûdî û Rêzan Hisên ên di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Çiyayê Kizwanan jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Bayik: Biryara şer bi bloka desthilatdariya klasîk re hat girtin, bi hev dimeşînin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: Şer, ne ji nişka ve ji ber bûyereke rojane destpê kiriye û dijwar bûye. Ev, ji bo armancekê, bi plan hatiye amade kirin, hatiye destpêkirin û dijwarkirin. -
Dewleta Tirk li Amedê yek jê zarok du kes qetil kirin
Li Amedê polîsan li du taxan ciwan gulebaran kirin. Li Taxa 5 Nîsan a navçeya Baglarê zarokê bi navê Omer Koç (16), li Taxa Huzurevlerî jî ciwanê bi navê Rezan Kaya (20) di gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest dan. -
Li Şemzînanê pevçûn didome
Li Şemzînanê pevçûna ku piştî êrîşa li hember avahiyên polîs û leşkeran, berdewam dike, hat diyarkirin polîsên tîmên taybet Nexweşxaneya Dewletê dorpêç kirine. -
Berxwedana Gel a li Farqînê didome
Gelê navçeyê yê ji 7 salî heta 70 salî terora dewletê ya li Farqînê protesto dike, bi çalakiya dengderxistinê ket nav berxwedanê.