Li Nisêbînê polîs êrîşî malan dikin, berxwedan didome

Li Nisêbînê, ku bi qedexeya derketina derve re hêzên dewletê bênavber êrîş dikin, danê sibehê guleyeke topê li malekê ket. Li malekê jî, ji ber gulereşandina polîsan şewat derket.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku qedexeya derketina derve di roja 5. de dewam dike, danê sibehê saet di 06:00 de top li navçeyê hatin berandin. Yek du ji van topan li mala welatiyê bi navê Mecît Çelîk a li kolana Yakût a Taxa Abdulkadîr Paşa ket. Di bûyerê de bi şens, tiştek bi kesî nehat. Xanî xisareke mezin dît.

JI WESYÎTÊN ZIRXÎ GULE LI GEL TÊ REŞANDIN

Li kolana Şîrîn a taxên Firat û Abdulkadîr Paşa bi hev ve girê dide, êrîş deweam dike. Li vê kolanê, di dema derbasbûna welatiyan de, ji wesayîta zirxî ya bi tîpa Kobra gule li gel hat reşandin. Piştî gulereşandinê li maleke li kolana Şîrîn şewat derket. Şewat bi hewldana gel ve hat vemirandin.

Li aliyê din, piştî êrîşa duh bi şev a li Taxa Yenî Tûran, zarokê bi navê Abdullah Ak (17) ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hat binçavkirin.

Êrîşên hêzên çekdar ên Tirk, li taxên Abdulkadîr Paşa û Firatê dewam dikin.

NAHÊLIN HEYET BIKEVIN NAVA NAVÇEYÊ

Heyeta ku wekîlên HDP'yî jî di nav de ye, ji bo destekê bide gelê li dijî êrîşan li ber xwe dide hewl dide bikeve nava navçeyê, lê belê ji ber astengiya hêzên dewletê, li pêşiya navçeyê disekine. Her wiha heyeta ji Ewropayê hatiye ji 26 kesên di nava wan de parlamenter, doktor, rojnamevan û akademîsyen hene li pêşiya Nisêbînê tê rawestandin. Heyet 10 km nêzî Nisêbînê ji hêla leşker û polîsan ve hatiye rawestandin. Heyeta parlamenterên HDP'ê Mîthat Sancar û Alî Atalan jî di nav de hene nêzî navenda Nisêbînê tê rawestandin û xwestin wan bibin cem heyeta Ewropayê. Heyeta ku hewl dan heyeta Ewropayê bi xwe re bibin ji hêla polîsan ve hatin astengkirin û li ser vê yekê Parlamenter Sancar bi meşê berê xwe da navenda navçeyê.

Di çalakiya rûniştinê de welatiyekî bi navê Abdullah Demîrcan hat binçavkirin. Demîrcan dûre serbest hat berdan.