Komkujiyên dewleta Tirk, li Moskowê hatin protestokirin
Saziyên Kurd ên li Moskowê, êrîşên bi fermana AKP û Erdogan tên kirin, şermezar kirin.
Saziyên Kurd ên li Moskowê, êrîşên bi fermana AKP û Erdogan tên kirin, şermezar kirin.
Li paytexta Rûsya Moskowê, înfazkirina Haci Lokman Bîrlîk, îşkenceya li cenazeyê wî hat kirin û terora dewletê ya li Bakurê Kurdistanê li ser kar e, hatin şermezarkirin.
Saziyên Kurd ên li Moskowê, li ber Navenda Çandê ya Kurd bi vê armancê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de ji Organîzasyona Parastina Mafên Kurdan (Mezopotamya) Refîke Kamil û endamê Rêveberiya Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Egîdê Fero axivîn.
KAMIL: KURD BI HEMÛ HÊZA XWE AXA XWE DIPARÊZIN
Kamil anî ziman ku polîsên Tirk weke "hêza zordar û mêtînger" tevdigerin û got, "Hejmara mirovên di dema dawî de li Bakurê Kurdistanê ji ber êrîşên polîsên Tirk jiyana xwe ji dest didin, roj bi roj zêde dibe. Ev komkujî ji aliyê rayedarên Tirk ve tên plankirin û bi rê ve birin. Gel hatiye nuqteyeke welê, ku ji azadiya xwe ti carî tawîzê nade û li dijî pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk, bi hemû hêza xwe xaka xwe diparêze. Rayedarên Tirk ên nikarin xwe li berxwedana gel rabigirin, jin, zarok, extiyar her kesî bi xwînxwarî qetil dikin. Herî dawî cenazeyê Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê di 3'ê Cotmehê de bi birîndarî înfaz kirin, bi şêweyekî binpêkirina rûmeta mirovahiyê li pişt wesayîta zirxî ya bi tîpa akrep girê dan û bi erdê ve kaş kirin. Ev yek hêrs û nefreta hêzên ewlekariyê yên Tirk û rayedarên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan radixe pêş çavan. Em vê hovîtî û bêhurmetiya polîsên Tirk ku li Şirnexê li miriyekî kirin, bi tundî şermezar dikin."
FERO: KURD ÊDÎ XWEDÎ WÊ HÊZÊ YE KU DIKARE ÇARENÛSA XWE BI XWE DIYAR BIKE
Fero jî anî ziman ku dewleta Tirk ti carî gelê Kurd weke welatiyên xwe nedîtiye, mînaka herî şênber a vê yekê jî, êrîşên li hemberî gelê sivîl e. Fero got, "Dewleta Tirk berê digot, 'Kurd nîne'. Niha her çend dibêje 'Kurd heye' jî, Kurdan weke welatiyên Tirkiyeyê nabîne. Nîşaneya vê ya herî şênber, terora dewletê ya di dema dawî de li Kurdistanê zêde bûye. Dewleta Tirk a dagirker, bêteredût mirovên li şaneşîn, li hewşa mala xwe rûdinê dikuje."
Fero destnîşan kir, ku gelê KUrd êdî xwedî wê hêzê ye ku dikare çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û got, "Em her kesê ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kiriye bi rêzdarî bibîr tînin; bila rehma Xwedê li wan be û serê malbatên wan sax be."
Piştî daxuyaniyê girseya gel dirûşma "Şehîd Namirin" qîriya û belav bû.