Ji ber sûcê 'bi erdê ve kişandina mirovahiyê' gilî hat kirin

Baroya Amedê, der barê îşkenceya ku hêzên dewletê li Şirnexê li cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk kirin de, gilî kir.

Der barê îşkenceya li cenazeyê Haci Bîrlîk ê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, gilî hat kirin.

Baroya Amedê, der barê îşkenceya ku hêzên dewletê li Şirnexê li cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk kirin de, gilî kir.

Gilîname ji aliyê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ve hat pêşkêşkirin. Di gilînameyê de hat ragihandin ku hêzên dewletê bi werîsekî cenazeyê Bîrlîk li pişt wesayîta zirxî girê dane, heqaret û sixêf li cenaze kirine.

Parêzer Tahîr Elçî xwest, ji ber vê hovîtiya ji aliyê dewletê ve hatiye kirin, doza cemaweriyê bê vekirin.