Hevalê dibistanê yê kujerê DAIŞ'î John, hat serdana gerîlayên HPG'ê

Leşkerê berê yê dildar û kameran Emîle Ghessen ku bi kujerê DAIŞ'î John ê ku dîmenên serjêkirina mirovan tê naskirin li heman dibistanê xwend, li Kerkûkê gerîlayên HPG û YJA Starê ziyaret kir.

Leşkerê berê yê dildar û kameran Emîle Ghessen ku bi kujerê DAIŞ'î John ê ku dîmenên serjêkirina mirovan tê naskirin li heman dibistanê xwend, li Kerkûkê gerîlayên HPG û YJA Starê ziyaret kir.

Emîle Ghessen ê ku bi celadê Îngilîz John (Mûhammed Emwazî) re di heman dibistana seretayî ya li Londonê de dixwend û niha li dijî hevalê xwe yê dibistanê bi kameraya xwe li eniyê şer dike, hat serdana gerîlayên HPG'ê.

Ghessen ê bi salan li Londonê weke wezîfedarê ewlekariyê xebitî, piştî sala 2012'an weke leşkerekî dildar tevlî hêzên Kurd bû. Piştî wextekê, çeka xwe bi kameraya ku difikirî dikare jê çêtir bi kar bîne, guherand. Ghessen niha bi kameraya xwe re, şerê xwe yê li dijî DAIŞ'ê bi hêzên Kurd ên li Iraq û Sûriyeyê re di heman çeperan de didomîne.

Ghessen gerîlayên HPG û YJA Starê yên zêdeyî saleke li Başûrê Kurdistanê li dijî DAIŞ'ê şer dikin ziyaret kir û anî ziman ku ew dixwaze li ser gerîlayan dokûmanterekê amade bike.

Ghessen hezkirina xwe ya ji bo gerîla anî ziman û got, "Ez gelekî ji hêzên gerîla hez dikim û hurmetê nîşanî wan didim. Cihê wan ê li cem min, li gorî hêzên din ên li dijî DAIŞ'ê şer dikin, cudatir e. Ew bi dildarî, bêyî li benda tiştekî bimînin îro li vê derê ji bo mirovahiyê şer dikin. Têkoşîna wan watedar e û pîroz e."

Ghessen ragihand ku ew gelek caran bi hêzên Kurd re li heman mewziyê, li ser heman banan maye û plan dike di dema pêş de li ser DAIŞ û hêzên Kurd, xebateke mezintir bimeşîne. Ghessen anî ziman ku eger destek ji wî re bê dayîn ew ê li ser dildarên cîhana rojavayî yên li nava DAIŞ'ê û li dijî DAIŞ'ê şer dikin, dokûmanterê çêbike.

...