Çalakiya bi bisîkletan a bi pêşengiya Ciwanên Azad li Strasboûrgê destpê kir, di roja sêyemîn de li bajarê Swîsre Solothûrnê dewam dike.
ANF
SOLOTHÛRN
duşem, 5 kewçêrê 2015, 12:28
Ciwanên ku bi dirûşma "Xwedî Derkeve" li bajarê Fransa Strasboûrgê li hev civiyan, di roja sêyemîn a çalakiya xwe ya bi bisîkletan de li bajarê Swîsre Solothûrnê çalakiya xwe didomînin. Ciwanên ji Navenda Çanda Kurd a Solothûrnê bi rê ketin, wê biçin paytexta Swîsre Bernê.
Ciwanên ku di çalakiyê de bi zimanê Elmanî dirûşme qîriyan, rastî eleqeya zêde ya Swîsreyiyan hatin. Ciwanên ku dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, dirûşma 'Bijî Serok Apo' qîriyan.
Komîteya Amadekar da xuyakirin, ku ciwan wê danê êvarê li Navenda Çanda Demokratîk a Bernê çalakiyeke çandî pêk bînin.