Cenazeyê Sîdar Saka yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin hat veşartin

Cenazeyê Sîdar Saka yê li Şirnexê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, li navçeya Mûş Milazgirê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazeyê ciwanê bi navê Sîdar Saka yê ku di 1'ê Cotmehê de li taxa Yeşîlyûrt a Şirnexê ji aliyê polîsan ve hat înfazkirin piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê anîn navçeya Mûş Milazgirê. Konvoya cenaze li herêma Kaniya Çivîka bi girseyî hat pêşwazîkirin û piştre cenaze anîn Milazgirê. Konvoya cenaze dûre hat gundê Tendurekê. Li pêşiya gund, cenazeyê Saka ji aliyê girseyê ve hat wergirtin û li ber qîrîna dirûşmeyên "Be serok jiyan nabe", "Tolhildan" û "Şehîd namirin" anîn mizgefta gund. Piştî wecîbeyên olî li hewşa mizgeftê merasîma cenaze hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê Hevşaredara Milazgirê Memnûne Soylemez axivî û wiha got: "Serê hemû gelê Kurdistanê sax be. Wî ciwantiya xwe ji bo azadiya gelê kurd feda kir. Em jî soz didin hevrê Sîdar em ê têkoşîna te bidomînin."

Bavê Saka Siyament Saka jî spasî li hemû kesên tevlî merasîma cenaze bûn kir û wiha got: "Li hemberî vî şerî berxwedaneke bêhempa heye. Eger em bixwazin ev şer bi dawî bibe divê em hîn baştir xwe nas bikin."

Piştî axaftinan cenazeyê Saka li goristana gund hat definkirin.