Li Wanê civîna xwerêveberiyê destpê kir

Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Wanê civîna xwerêveberiyê pêk tê.

Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Wanê civîna xwerêveberiyê pêk tê.

Bi pêşengiya KCD'ê, civînên gel ên li ser xwerêveberiyê dewam dikin. Yek ji van civînên ku li gelemperiya bajarên Kurdistanê tên lidarxistin, îro li Wanê pêk tê. Di panelan de nirxandina xweseriya demokratîk û xwerêveberiyan ji aliyê gel, baweriyan, rêxistinên civakî yên sivîl, rêveberiyên herêmî, meclîsên gel û dînamîkên cuda yên civakê ve, tên kirin.

Beşa destpêkê ya civînê li Akademiya Çand û Hunerê ya Nûda destpê kir. Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û Kemal Aktaş, Esma Guler weke qiseker beşdarî panelê bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê, Dîcle mafê axaftinê wergirt. Dîcle xweseriya demokratîk û dîroka têkiliyên Kurd-Tirkan nirxand.

DÎCLE: HEMAN TÊGÎN IN

Dîcle bi bîranîna Arîn Mîrxan a bi çalakiya xwe ya canfedayî ya li Rojava re cihê xwe di nava têkoşîna jinê de girt, dest bi axaftina xwe kir û got, "Girîng e xweseriya demokratîk, xwerêveberiya demokratîk û demokrasiya herêmî bi hev re werin nirxandin. Ev heman têgîn in. Naveroka wan yek e. Kurdiya wê rêvebirina xwe bi xwe ye. Yek ji têgînên ku li Tirkiyeyê naveroka wê hatiye pûçkirin, demokrasî ye. Demokrasî xwerêvebirina gel e. Li Tirkiyeyê, ev têgîn dûrî ji wateya xwe tên nirxandin."

Dîcle diyar kir ku ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan dike, neteweya demokratîk e û got, "Ya ku di roja îro de li Swîsreyê tê bicihanîn jî ev e. Gelên li wê derê xwe bi rêbaza kantonan bi rê ve dibin. Demokrasiyeke welê afirandine, ku îro li wê derê her tişta tê xwestin bê kirin, ji gelan tê pirsîn. Gel di nava xwe de van mijaran nîqaş dikin. Îro li Fransa, Elmanya, Swîsreyê ev tê pêkanîn. Li Amerîkayê 51 destûrên bingehîn hene. Li cîhanê ji sedî nod ê mirovan, bi qanûnên demokrasiya herêmî dijîn. Bi qasî ku li Tirkiyeyê tê binpêkirin, li ti cihî nayê binpêkirin."

Dîcle her wiha destnîşan kir ku sîstema serokatiyê ya ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hewl dide ferz bike, dîktatorî ye û ew destekê nadin vê sîstema serokatiyê.

AKTAŞ DIVÊ EM ZANIBIN ÇI DIXWAZIN

Kemal Aktaş dûre mafê axaftinê girt û li ser fonksiyona meclîsên demokratîk axivî. Aktaş got, "Hewl tê dayîn ku mafên me yên herî xwezayî ji me vegirin. Bi mirinan dixwzin pêşî li van mafên me bigirin. Girîng e em xweseriya demokratîk gelekî baş vebêjin. Di têkoşîna xwe ya îro de divê beriya her tiştî em baş zanibin çi dixwazin. Heta ku em rêxistinî nebin, em nikarin di pêvajoyê de bibin hêzek. Heta em nebin hêz, em nikarin di pêvajoyê de bi ser bikevin. Mijarên ku em li ser nîqaş dikin, mijarên em gelekî xerîbê wan nînin. Mijarên ku di dîrokê de hene."

'PÊWÎST E EM KÊMASIYÊN DI RÊXISTINBÛNÊ DE ÇARESER BIKIN'

Aktaş diyar kir ku pêwîst e di mijara rêxistinbûnê de kêmasî nînbin û wiha axivî: "Ji bo em tavilê kêmasiyên xwe derbas bikin divê em dest bi xebatan bikin. Pêwîst e civak di aliyê rêveberiyê de bihêz be. Divê meclîsên me li ser kaxezê nemînin. Meclîsên ku ji aliyê dewletê ve biçûk tên dîtin, di rastiyê de di nav civakê de rola pêşeng dilîzin. Pêwîst e meclîs di qada civakî de bên rêxistinkirin. Gel di van meclîsan de her pirsgirêka xwe nîqaş bike û ji aliyê meclîsê ve çareserî pêk bên."

Aktaş anî ziman ku heta ku yekîtî neyê avakirin, nikarin pergalê bidin rûniştandin. Aktaş got: "Di pergala ku em dixwazin îro ava bikin de pêwîst e em zimanê xwe biparêzin. Pêwîst e em zimanê xwe di jiyana rojane de bi kar bînin. Parastina zimanê xwe jî şêwazekî parastinê ye. Avakirina civakeke ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê armanca me ye."