Dewleta Tirk li Amedê yek jê zarok du kes qetil kirin

Li Amedê polîsan li du taxan ciwan gulebaran kirin. Li Taxa 5 Nîsan a navçeya Baglarê zarokê bi navê Omer Koç (16), li Taxa Huzurevlerî jî ciwanê bi navê Rezan Kaya (20) di gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest dan.

Li gelek bajarên Kurdistanê hewldanên komkujiyê yên hêzên dewletê berdewam dike. Li Amedê jî işev polîsan du ciwanan qetil kir. Li Taxa 5 Nîsan a navçeya Baglar a Amedê polîsan li nêzî Caddeya Gîrneyê zarokê bi navê Omer Koç (16) qetil kir.

Li Taxa Huzurevlerî derdora Sali Pazari jî polîs komek ciwan gulebaran kir. Di encama gulebarana polîsan de ciwanê bi navê Rezan Kaya (20) jiyana xwe ji dest da du ciwan jî birîndar bûn.

Hate zanîn ku cenazeyên Kaya û Koç rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.