Li Nisêbînê malbata xaniyê wan bi hawanê hat xerakirin, di jêrzemînê de asê man
Malbata Ari ya ji 15 kesî pêk tê, piştî mala wan bi topa hawanê hate xerakirin, di jêrzemînê de asê mane.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya kolanan û êrîşa hêzên dewletê li hember gel didome. Malbata Ari ya ji 15 kesî pêk tê, piştî mala wan bi topa hawanê hate xerakirin, di jêrzemînê de asê mane.
Qismek xaniyê malbata Ari lê rûdinên li Kolana Kordon a Taxa Firat a Nisêbînê, 4’ê Cotmehê de bi topên hawanê yên hêzên dewletê hate xerakirin. Ji ber vê, ferdên malbatê neçar man birevin jêrzemînê.
Hêzên dewletê îro hawaneke din avêtin û xanî bi temamî xera kirin. Ji ber vê êrîşê, malbata Ari ya ji 15 kesî pêk tê, di jêrzemînê de asê man. Li gor agahiyên hate bidestxistin, di nav kesên asteng mane de, birîndar, pitik û zarok jî hene. Cîran dixwazin mudaxele bikin, lê polîsên sekvan dibin asteng dikin.