Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Şer, ne ji nişka ve ji ber bûyereke rojane destpê kiriye û dijwar bûye. Ev, ji bo armancekê, bi plan hatiye amade kirin, hatiye destpêkirin û dijwarkirin. Biryara vî şerî ne tenê ya Erdogan û AKP'ê ye. Biryara şer bi bloka desthilatdariya klasîk re hat girtin, bi hev dimeşînin."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji rojnameya Al Axbar re axivî. Bayik da xuyakirin, ku ev şer dibe ku nû hatibe destpêkirin, lê belê biryara vî şerî di civîna 30'ê Cotmeha 2014'an a Desteya Ewlerkariya Milî (MGK) de ku nûnerên leşkerî û îstîxbaratê cih digirtin, hatiye girtin.
Bayik anî ziman, ku eger AKP di hilbijartinê de bi ser biketa, karê wê yê ewilî wê destpêkirina şerekî dijwar li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bûya û wiha axivî:
"Bi vî rengî dixwest, Tevgera Azadiyê ya Kurd ku li pêşiya armancên xwe yên hundir û derve asteng didît ji holê rabikira, yan jî qels bikira. Lê belê di 7'ê Hezîranê de li têkçûneke hilbijartinê ya ku qet ne li bendê bû, rast hat. Hem ne li benda vê bû, hem jî HDP'ê ev yek anî serê wê. Wergirtina dengan ji bo serokbûyînê li aliyekî, ji bo karibe bi tena serê xwe bibe desthilatdar, dengekî têrker nestend. Hikûmeta AKP'ê ket nava tirsa; windakirina derfetên xwe yên 13 salan. Di vê rewşa bi tirs a AKP'ê de, burokrasiya leşkerî û sivîl ku bloka desthilatdar a klasîk e, dît ku sîstema netewe-dewlet a ku 90 sal in hewl didin ava bikin, belav dibe. Di nava Meclîsê de Kurdan, Elewiyan, Ermeniyan, Êzidiyan, Suryaniyan, Ereban, Mehelmiyan, Azeriyan cih girtin. Û bi parastina nasnameyên xwe re cih girtin! Vê yekê jî xwediyên zîhniyeta netewe-dewlet û derdorên faşîst tirsand. Ji ber vê yekê AKP û parêzvanên netewe-dewletê hatin cem hev û ji bo pêşî li vê rewşê bigirin, destwerdan kirin. Ji bo vê yekê jî di destpêkê de encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê qebûl nekirin. Bi êrîşa li hemberî HDP'ê re rewşa aloz zêde kirin.
AKP'ê piştî hilbijartinê ne hikûmetek ava kir, ne jî hişt mûxalîf hikûmetekê ava bike. AKP ji bo hikûmeta heyî rewa bike û destekê werbigire, bi armanca bicihanîna biryara şer a di civîna MGK'ê ya 30'ê Cotmeha 2014'an de wergirt, dest bi êrîşê kir. Di şevekê de bi qasî sed balafirên şer rakir û xwest derbeke giran li tevgera me ya azadiyê bixe. Ev êrîşên hewayî jî zêdeyî meh û nîveke bênavber dewam dike. Tevî êrîşên li hemberî gerîla yên li her cihî, bi hezaran siyasetmedar jî girtin û avêtin zîndanan. Li Rêber Apo her şêwe hevdîtin qedexe kirin û êrîşên xwe yên li hemberî HDP'ê, ku heta hingî pê re di nava têkiliyê de bû, zêde kirin.
'PARÊZVANÊ NETEWE-DEWLETÊ ÎRO ERDOGAN Û AKP NE'
Şer, ne ji nişka ve ji ber bûyereke rojane destpê kiriye û dijwar bûye. Ev, ji bo armancekê, bi plan hatiye amade kirin, hatiye destpêkirin û dijwarkirin. Biryara vî şerî ne tenê ya Erdogan û AKP'ê ye. Biryara şer bi bloka desthilatdariya klasîk re hat girtin, bi hev dimeşînin. Her du hêz jî dixwazin Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye bibe yan jî ji hêzê bikeve. Bi vî rengî yek ji wan wê netewe-dewletê biparêze, ya din jî wê desthilatdariya xwe. Niha ev her du armanc bûne yek armanc. Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê niha wezîfeya parastina netewe-dewletê girtine ser xwe.
'HETA KU DEWLETA TIRK VÎN Û BIRYARA KURDAN QEBÛL BIKE, XUYAYE EV ŞER WÊ BIDOME'
Ev êrîş êrîşên mewzî yan jî taktîkî nînin. Êrîşên ji ber tinebûna polîtîkaya çareseriyê û xwedî armanca tesfiyeyê, nîşan didin ku ev şer wê bidome. Li hemberî vê rewşê, Kurd wê çareseriya xwe bi avakirina xweseriya demokratîk û xwerêveberiyan bi xwe pêk bînin. Ev jî tê wê wateyê ku heta dewleta Tirk vîn û biryara Kurdan qebûl bike, wê rewşa aloz û şer dewam bike.
Me xwest, pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî demokratîk û di nava sînorên Tirkiyeyê de çareser bikin. Tercîha me hînê ev e. Bêguman ev êrîşên dewleta Tirk wê abweriya gelê me û gelên Tirkiyeyê ya ji bo çareseriya bi rêyên siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd, qels bike. Zerara herî mezin a ku hikûmeta AKP'ê dide, ev e. HDP'ê, ji bo Tirkiyeyeke demokratîk a bi jiyaneke demokratîk û azad a hemû nasnameyên cihê reng û bi feraseta neteweya demokratîk, hêviyeke mezin dabû. Bawerî û têkoşîna afirandina Tirkiyeya demokratîk a bi feraseta neteweya demokratîk wê bidome. Lê belê xuyaye gelê me û gelên Tirkiyeyê wê di vê demê de berdêlên giran bidin."
'EM BI TENÊ ŞERÊ XWEPARASTINÊ DIMEŞÎNIN'
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku rêveçûna şer hinekî bi polîtîkayên dewleta Tirk ve girêdayî ye û destnîşan kir, ku ew şerê parastinê dimeşînin.
Bayik ragihand, ku dewleta Tirk, li şûna ku bi xweşbînî nêzî biryara gelê Kurd a avakirina xweseriya demokratîk bibe, li şûna ku di qanûn û destûra bingehîn de guhertinê bike, biryara êrîş û tinekirina vîna gel da û got, "Ji 24'ê Tîrmehê û vir ve bi zêdekirina êrîşên hewayî û operasyonên leşkerî re dest bi kampanya tinekirina tevgera me û gerîla kir. Li hemberî vê rewşê, gerîlayên me bi taybetî li dijî polîsên tevgera taybet ên êrîşî gel dikin, li her derê çalakî pêk anîn. Her wiha li hemberî leşkerên ji qereqolan derketin, çalakî pêk anîn. Dewleta Tirk dibêje, 'tuyê dest ji çekê berde û teslîm bibe'. Ev yek jî tê wateya bêhtir dijwarbûna şer.
'DEWLETA TIRK BI VÎ RENGÎ ÊRÎŞÎ SIVÎLAN BIKE, WÊ ŞER LI TIRKIYEYÊ JÎ BELAV BIBE'
Gerîlayên me hînê yek ji deh parên hêza xwe ya leşkerî bi kar neaniye; hînê daneketiye nava bajaran. Bi tenê li hemberî polîsan çalakiyên bersivdayînê pêk tînin. Eger dewleta Tirk di vê astê de êrîşî gelê sivîl bike, wê şer li Kurdistanê bi sînor nemîne; şer wê li Tirkiyeyê jî belav bibe. Li Stenbol û li Edeneyê li dijî qereqolan çalakî hatin kirin. Me ev çalakî sekinand. Lê belê dewleta Tirk êrîşên xwe nasekinîne, bajarên Kurdistanê dorpêç dike, dişewitîne, hildiweşîne. Li hemberî vê rewşê, gerîlayên me neçar e hîn bêhtir bikeve dewrê. Li hemberî hêzên ku bi şîdetê bersiv dane lêgerîna ma ya 23 salan a ji bo çareseriya siyasî demokratîk, li hemberî hêzên ku dixwazin lêgerîna me ya çareseriya siyasî bi tevegreke tesfiyeyê bibin serî, wê bersiv were dayîn. Heta ku dest ji feraseta 'bi zor, şîdet û eciqandinê re xilasbûna ji pirsgirêka Kurd' were terikandin, ev berxwedana me wê bidome.
'DEM DEMA QEBÛLKIRINA VÎNA XWESERIYA DEMOKRATÎK A GELÊ ME YE'
Nema dikarin êdî lêgerîna me ya çareseriya siyasî ya maqûl û samîmî mijûl bike û weke firsendek tinekirinê bi kar bînin. Em ê nîşanî wan bidin ku nikarin vê bikin. Ya wê bia wayekî cidî û samîmî çareseriyeke siyasî demokratîk qebûl bikin, yan jî berxwedana me wê bênavber bidome. Ti tişt wê êdî mîna berê nebe. Dem ew dem e ku bêyî mijûlkirinê, çareseriya siyasî demokratîk were kirin e. Dem dema qebûlkirina vîna xweseriya demokratîk a gelê me ye. Ya wê li ser bingeha demokratîkbûyîna rasteqîn a Tirkiyeyê re Kurdistan azad bibe, yan jî wê berxwedan bênavber bidome."
'AKP KETIYE NAVA ŞEREKÎ KU WÊ WINDA BIKE'
Bayik anî ziman ku şerê di navbera Tirkiye û wan de, zemîna rewşa şer a li Rojhilata Navîn jî xurt dike û destnîşan kir, ku ev şer wê bi windakirina hêza şerxwaz a Tirkiyeyê ya şer li Rojhilata Navîn kûr dike, bi encam bibe.
Bayik got, "Wan digotin; 'em ê bi şerekî bi kontrol vîna Tevgera Azadiyê ya Kurd bişikînin'. Bi topyekûnkirina şer re xwe xistin nava rewşeke zehmettir. AKP niha ketiye nava şerekî ku wê winda bike. Dibe ku ji ber vê tengaviya xwe neçar bimînin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd careke din mijûl bike û bi demê re tesfiye bike. Lê belê em ê êdî vê qebûl nekin. Pêwîste AKP, berdêla vî şerê daye destpêkirin bide. Êdî mîna berê polîtîkayeke 'ne şer û ne aştiyê' nepêkan e. Ev yek, polîtîkaya tinekirina têkoşîna gelê Kurd bû. Dibe ku me ji bo wextekê tehmûlî vê kirin, lê belê em ê êdî tehemûl nekin. Ya wê ji bo çareseriyê gaveke cidî biavêjin, yan jî wê Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd wê heta afirandina Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad bidome. Gelê Kurd li gelek deveran xweseriya demokratîk îlan kir. Eger bi awayekî neyînî nêzî vê daxwaza mafdar a gelê Kuerd bibin, hingî wê rewşa şer ji holê rabe.
'ŞIKANDINA VÎNA ŞER A DEWLETA TIRK, WÊ BEŞEKE MEZIN A REWŞA ŞER A LI ROJHILATA NAVÎN BIŞIKÎNE'
Çareseriyek bêyî şer, tercîha me bû. Ya rast jî ev bû. Lê belê dewleta Tirk ne xwedî mejiyekî bi vî rengî ye. Xwedî feraseta 'hêza min heye, ez ê polîtîkaya xwe ya eciqandina her kesî bidim qebûlkirin' e. Ya ku şer derxist holê, ev e. Lê belê vê carê li tehtekî zexm qelibî. Şikandina vîna şer a dewleta Tirk, wê beşeke mezin a rewşa şer a li Rojhilata Navîn bişikîne. Berxwedana Kurdan, şikandina van polîtîkayên Rojhilata Navîn kiriye qada şer û têkoşîna ji bo anîna aştiyê ji Rojhilata Navîn re ye. Kurd li Rojhilata Navîn hêza bingehîn a demokratîkbûyînê ye. Veguheriye hêzeke ne tenê demokratîkkirina Tirkiyeyê, bûye hêzeke tevahiya Rojhilata Navîn demokratîk bike. Têkoşîna Kurdan, di pêkanîna vê yekê de wê roleke mezin bilîze."
'KURD WÊ BIBIN XWEDÎ JIYANEKE AZAD Û DEMOKRATÎK'
Ji bo pêşeroja Kurdên li Bakurê Kurdistanê jî Bayik ev tespît kir: "Dibe ku hinekî din jî êşê bikişînin. Karaktera dewleta Tirk ew e, ku bi yên li mafê xwe digere û ji bo vê têdikoşe, êşê bide kişandin. Di herikîna dîrokê de her tim êş dane kişandin. Li ser vê bingehê, her kesên li mafê xwe geriyane û têkoşiyane, eciqandiye. Di vê rêbazê de israr dike. Lê belê Kurd niha bêhtir zana, rêxitinbûyî û di azadiyê de israr dikin, e. Hinekî din êşê bikişînin jî wê bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk. Xwedî tecrûbeyeke têkoşînê ya 42 salan e. Ji aliyê siyasî ve jî, ji aliyê gerîla ve jî em tevgereke xwedî tecrûbeyeke zêde ne. Gelê me di nava êşên bi salan de zane bûye û bûye xwedî vîneke xurt. Lewma wê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomîne."