Li Grazê şeva piştgiriya bi HDP'ê re
Li bajarê Awûstûrya Grazê, ji bo piştgiriya HDP'ê şevek hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan beşdarî şevê bû.

Şev li salona Volkhaûs, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Di şeva ku bi sedan kes lê amade bûn de, Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî axivî.
Ayhan bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê û diyar kir ku HDP dengê hemû bindestan e. Ayhan ragihand ku hemû derdor dikarin xwe di nava HDP'ê de îfade bikin û da zanîn, ku Erdogan û AKP ên nekarîn xwe li encamên hilbijartinê rabigirin, welat xistine nava şer û ketine nva helwesteke antî demokratîk.
Ayhan ragihand ku Erdogan bi hevkariya bi polîs û leşkeran re dixwaze di 1'ê Mijdarê de careke din bi tena serê xwe bibe desthilatdar û bang li hemû hilbijêrên li Grazê kir, ku bi ruhê seferberiyê destekê bidin HDP'ê.
Îbrahîm Ayhan bi nûnerên Partiya Keskan û Partiya Komunîst re jî hevdîtn kir û anî ziman ku ew ji ber pirtgiriya rêxistinên çep û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Ewropayê ji bo HDP'ê, kêfxweş in.
Di şevê de Hawa Komo, Osman Yilmaz û Bawercan derketin ser dikê. Şev bi gerandina govendê saet di 19:00 de bi dawî bû.