Baydemîr bi esnafan re dûaya bereketê xwend

Namzetê HDP’ê yê Riha Osman Baydemîr xebatên xwe yên ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê li navenda bajêr dewam kir.

Namzetê HDP’ê yê Riha Osman Baydemîr xebatên xwe yên ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê li navenda bajêr dewam kir. Baydemîr û yên li gel li Bazara Kunduravanan bi dûaya bereketê dest bi xebata xwe kir. Baydemîr ê esnafên bazarê ziyaret kir rastî eleqeyeke zêde hat.

Baydemîr ê di çarçoveya kampanyayê de îro roja xwe ji serdanên esnafan re veqetand, rawestgeha wî ya dawî Qada Haşîmiye bû. Baydemîr di serdana esnafan de pirsgirêkên ku rû didin guhdar kir. Ji bo çareseriyê nêrîn wergirt. Baydemîr anî ziman ku ji pirsgirêkên aborî û civakî yên bajêr agahdar in û ji bo çareseriya wan amade ne. Baydemîr ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê pitgirî xwest.

Baydemîr di dewama bernameya xwe de bi rêzê esnafên Bazara Terziyan ziyaret kir û herî dawî çû ziyareta Bazara Zêrkeran û Çarşiya Xeratan.