Şervanên YPJ/YPG ên li Çiyayê Kizwanan jiyana xwe ji dest dan hatin oxirkirin

Cenazeyên şervanên YPJ/YPG Bêrîtan Cûdî û Rêzan Hisên ên di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Çiyayê Kizwanan jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Bi hezaran welatiyên ji bajarên Dirbêsiyê, Til Temir û bajarokê Ebû Rasên ji bo oxirkirina cenazeyên şervana Yekîneyên Parastina Jin Cîhan Osman (Bêrîtan Cûdî) û şervanê Yekîneyên Parastina Gel Ebdullah Hisên (Rêzan) ku di 2'ê Cotmehê de di berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ’ê ya li derdora Çiyayê Kizwanan (Çiyayê Ebdulezîz) jiyana xwe jidest dan, li pêşiya Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê kom bûn. Welatiyan alên kesk, sor û zer, alên YPG, YPJ û wêneyên têkoşeran bilind kirin.

Karwanê oxirkirinê piştî ku cenaze wergirt bi sedan wesayîtan berê xwe da gundê Berkevirê yê girêdayî Dirbêsiyê ango cihê Goristana Şehîd Rustem Cûdî lê ye.

Dema ku girse gihişt goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, paşê şervanên Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin, şervanên Erka Xweparastinê, hêzên Asayîşê û Hêzên Xweparastina merasîmek leşkerî pêşkêş kirin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temir Mihemed Baqî Kûtê û li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Mihemed Sehîd Şêxmûs axivîn. Di her du axaftinan de hate gotin ku çeteyên DAIŞ’ê dixwazin bi van êrîşan vîna gelê Rojava bidin şikandin, lê ev yek pêk nayê û berevajî wê, vîn û israra gelê Rojava xurtir dibe û wê asta berxwedanê bilindtir bibe.

Qisekeran bang li hemû welatiyên Rojavayê Kurdistanê kirin ku dest ji xaka xwe bernedin û berê xwe nedin welatê xerîbiyê û gotin ku ev xak hewcedariya wê bi welatiyên wê heye û divê wê biparêzin.

Piştre bawernameyên şehadeta her du têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Welatiyan bi tilîliyên dayikan û dirûşmên 'Şehîd namrin' cenazeyên her du têkoşeran spartin axê.

...