Berxwedana Gel a li Farqînê didome
Gelê navçeyê yê ji 7 salî heta 70 salî terora dewletê ya li Farqînê protesto dike, bi çalakiya dengderxistinê ket nav berxwedanê.

Li navçeya Farqîn a Amedê ku ev 3 roj in, derketina kolana qedexe ye, êrîşên bi tank û topan didome. Serdegirtinên malan ên danê sibehê destpê kirin heta saetên êvarî dewam kirin. Hat diyarkirin ku polîsên Tirk bi gelek wesayîtên zirxî girtin ser maleke li ser Cadeya Gul a di navbera taxên Baglar û Ferîdûn. Di serdegirtinê kesekî ku navê wî nehat zanîn hat binçavkirin û li gor agahiyên şahidan polîs li hewşa malê dikolin.
Li navçeyê ji 7 salî heta 70 salî ku welatî êrîşên hêzên dewletê şermezar dikin, derketine ser şaneşîn û pencereyên malên xwe û çalakiya dengderxistinê pêk tînin. Li Taxa Baglar a çalakiya dengderxistinê bi awayekî zêde didome, polîsên hatin Cadeya Amedê rasterast derdorê gulebaran dikin. Polîsan bombeyên gazê avêtin gelek kolan û cadeyan.