Haci Lokman Bîrlîk bi birîndarî hat înfazkirin
Wêneyên otopsiya Bîrlîk ê berî 2 rojan ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hat înfazkirin, derketin holê.
Wêneyên otopsiya Bîrlîk ê berî 2 rojan ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hat înfazkirin, derketin holê.
Li ser bedena Haci Lokman Bîrlîk ê li taxa Dîcle ya Şirnexê, bi birîndarî ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hat înfazkirin û dûre li pişt wesayîta zirxî hat girêdan û bi erdê ve hat kaşkirin, şûna bi dehan guleyan hat dîtin.
Wêneyên otopsiya Bîrlîk ê berî 2 rojan ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hat înfazkirin, derketin holê. Di wêneyan de xuya dike ku li ser bedena Bîrlîk şûna bi dehan guleyan heye. Li gorî vegotina şahidên bûyerê, Bîrlîk ji lingê xwe birîndar dibe û dikeve erdê. Piştre wesayîtên zirxî tên cem wî û guleyan lê direşînin.
HACI BÎRLÎK BI BIRÎNDARÎ HAT ÎNFAZKIRIN
Şahidekî bûyerê yê nexwest navê xwe aşkera bike anî ziman, ku piştî gule li lingê Bîrlîk ket, Bîrlîk hewl da herikîna xwînê bisekinîne û di vê kêliyê de ji wesayîtên zirxî gule lê hatine reşandin. Heman şahidî diyar kir ku piştî Bîrlîk jiyana xwe ji dest da, polîsan hînê jî gule lê direşandin.
ÎŞKENCEYA LI NEXWEŞXANEYÊ
Piştî cenazeyê Bîrlîk anîn nexweşxaneyê jî dema xebatkarên nexweşxaneyê xwestin sedyeyê bînin rastî lêdana polîsan hatin û cenaze jî di wê demê de hate darpkirin. Hate ragihandin ku cenazeyê Bîrlîk ê ku li pişt panzerê hat girêdan û bi erdê ve hat kaşkirin, li nexweşxaneyê jî heman îşkence lê hatiye kirin.
Mablata Bîrlîk dîmenên nexweşxaneyê xwestin lê dîmenen nedanê.