Li Şemzînanê 18 tîmên taybet hatin kuştin

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ragihand k udi çalakiya li hember Qereqola Jendermeyan a Navçeyê ya Şemzînan a Colemêrgê 18 tîmên taybet hatine kuştin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê detayên çalakiya berfireh a li hemberî Qereqola Jendermeyan a Şemzînanê aşkera kir. Di çalakiya ku li hember êrîşên faşîst ên li dijî şehîdgehan û gelê Kurd wek bersivdayînê hatin lidarxistin 18 tîmên taybet hatin kuştin.

Çapemenî û Ragihandina HPG’ê ya der barê çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek nivîskî weşand got: “Di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşît Serdar de; 4’ê Cotmehê saet 17.00’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Jendermeyan a li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê çalakiyek berfireh pêk anîn. Hêzên gerîlayên bi bandor li kuleyek du qatî ya di qereqolê de dane û ev kule bi temamî îmha kirine. Wesayîtên zirxî û leşkerên derdor jî hatin hedef girtin û li vir 2 leşker hatin kuştin. Her wiha hêzên gerîlayên tîmên taybet ên di qereqolê de jî kirine hedef û di vir de 4 tîmên taybet kuştine. Di çalakiya ku hemwext çeper jî dihatin îmhakirin de çeperek bi temamî hate îmhakirin, 5 tîmên taybet ên di çeper de jî hatin kuştin. Artêşa TC xwest bi wesayîtên zirxî mudaxeleyî çalakiyê bike, piştî lêdanên bi bandor ên hêzên gerîlayên me, neçar mane vekişin.

Dema çalakî pêk dihat, hêzên gerîlayên rêya navçeyê xistin bin kontrolê. Di kontrola rê de wesayîteke zirxî hate hedefgirtin û bi bandor hate lêdan. Ev wesayîta zirxî piştî derbe xwar, neçarî paş vekişiya. Di pevçûnên li vir heta saet 18.30’an ajot de 2 leşker û 5 tîmên taybet hatin kuştin. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky rakirin Geverê, nexweşxaneya li Şemzînanê jî dorpêç kirin. Piştî çalakiyê hêzên gerîlayên bi awayekî kontrol vekişiyan bargehên xwe. Di vê çalakiyê de Hevalê Erdalan Şaho bi lehengî şer kir û mîsyonek pêşengî girtibû, gihişt şehadetê.

Di çalakiyên bersivdayînê yên li hember êrîşên faşîst ên li hember gelê me û şehîdgehên me de, 18 tîmên taybet hatin kuştin.

OPERASYONÊN ARTÊŞA TIRK DIDOME

Li herêmên Mergê Zerê, Geliyê Dostkî û Bînbîr ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê, artêşa TC di 27’ê Îlonê de dest bi operasyonê kiribû, hê jî didomîne. 4’ê Îlonê saet 18.00’an hêzên gerîlayên me vê operasyona artêşa TC bi çekên giran bersivand. Her wiha, gerîlayên me helîkopterên Kobra û Skorsky ku dixwestin bikevin herêmê, bi bandor kirin hedef û helîkopterên Kobra û Skorsky neçar man ji herêmê vekişin.

LI SÊRTÊ LI HEMBER STASYONA BAZÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

4’ê Cotmehê saet 18.50’an hêzên gerîlayên stasyona bazê li navbera gundên Reşînê û Serxatî yên girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê bi çalakiya sabotajê kirin hedef û bi temamî îmha kirin.

4’ê Cotmehê danê êvarî saet 23.00’an wesayîtek dewletê rêya navbera Colemêrg û Elbakê ya Wanê asfalt dikir bi şewitandinê hate îmhakirin.

2’yê Cotmehê saet 18.20’an yekîneyek hêzên gerîlayên me li hember wesayîtek zirxî ya li ser rêya Cadeya Hastahane ya girêdayî Taxa Yenî ya navenda navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, çalakiyek sabotajê pêk anîn. Li gor agahiyên gihiştin destê me, di vê wesayîta hatiye rûxandin de 3 leşker mirine û leşkerek jî bi giranî birîndar bûye. Ambûlans hatin qada çalakiyê, mirî û birîndarên xwe rakirin. Yekîneya me ya çalakîya mîsîllemeyê ji ber êrîşên li hember gel çêkirin, li bejahiyê bi saxlemî vegeriyan bargehên xwe.

Berê hatibû daxuyandin ku 1’ê Cotmehê komek gerîlayên me dema diçin wezîfeyê li herêma Çiyayê Fillah ê girêdayî Bestayê kemîna artêşa TC ferq dikin û li vir dikevin pevçûnek dijwar. Qereqolên Gundikê Mellê û Çelê Nimêja yên girêdayî Şirnexê qada pevçûnê didin ber obus û hawanan. Hêzên gerîlayên me li hember hêzên kemînê û êrîşan bersivên bi bandor didin û li vir 15 leşkeran dikujin. Di vê çalakiya ku me daxuyandibû em ê detayên wê piştre bidin de hevalê Çiya Gabar bi giranî birîndar bibû, gihişt şehadetê. Ji ber şertên şer ên giran, daxuyandina sicîla hevalê me bi derengî çêbû.

4’ê Cotmehê artêşa TC li herêma Çemçê ya girêdayî navçeya Qaqizman a Qersê dest bi operasyonek berfireh kir. Heman rojê saet 13.00’an hêzên gerîlayên me li hember girê Qereqol ê gundê Kiziltepe çalakî pêk anî. Ji mesafeya bombeyê ve hêzên me li çeperên gird an û bi zelalî 4 leşker kuştin. Li vê herêmê cih bi cih pevçûn didomin. Detayên pevçûnan wê piştre bê ragihandin.

Ji 17’ê Tebaxê heta niha rêyên Dêrsim-Pulur û Dêrsim - Erzîngan di kontrola gerîlayên me de ye.

Agahiyên sicîla hevalên me yên şehîd:

Nasnav: Erdalan Şaho

Nav-Paşnav: Zanyar Mehemmedpur

Cihê jidayikbûnê: Serdeşt

Navê dayik-bav: Zehra – Alî

Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Cotmeha 2015 / Colemêrg

 

Nasnav: Çiya Gabar

Nav-Paşnav: Muhammed Akkuş

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Navê dayik-bav: Habîbe – Îsmaîl

Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Îlona 2015 / Şirnex” 

...