KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dewletê li Şirnexê ciwanek din jî qetil kir
Tîmên taybet şevê din li Şirnexê êrîşên xwe yên li hemberî gel berdewam kirin û ciwanê bi navê Haci Lokman Bîrlîk qetil kirin. -
Weşana ANHA qut bû
Weşana malpera înternetê ya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), ji ber pirsgirêkeke teknîkî qut bû. -
Ji bo azadiya Ocalan ji Strasboûrg heta Cenevreyê tûra bi bisîkletan
Ji bo azadiya Ocalan û bi armanca şermezarkirina komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, ji Strasboûrg heta Cenevreyê tûra bisîkletan tê organîzekirin. -
Kartal: Dem dema azadiya Rêber Apo û şoreşa Bakur e
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bang li gelan kir ku ji bo azadiya Ocalan tevlî çalakiyan bibin û got, "Dem dema azadiya Rêber Apo û şoreşa Bakur e." -
Qedexeya derketina derve li ser cenaze jî tê ferzkirin
Cenazeyê Vedat Akcanim ê 16 salî, ku duh di dema qedexeya derketina derve de li Farqînê ji aliyê polîs û leşkerên Tirk ve hat qetilkirin, rastî malbatê nayê kirin, ji bo bê veşartin. -
Greva birçîbûnê ya 5 rojan a li Strasboûrgê bi dawî bû
Li Strasboûrgê, piştî bidawîbûna çalakiya greva birçîbûnê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku azadiya Ocalan ji bo aştiyê şert e. -
Çalakiya mertalên zindî ji aliyê Tevgera Kedê ya Amedê ve tê meşandin
Çalakiya mertalên zindî ya li Şehîdgehên Sise, Çemê Elikan û qada Hûre, ji aliyê Tevgera Kedê ya Amedê ve dewr hat girtin. -
Gever li dijî êrîşan her li ber xwe dide
Li dijî êrîşa tîmên tevgera taybet a li hemberî taxên Cûmhûriyet û Eskî Kişla yên Geverê, gelê navçeyê li ber xwe dide û nahêle polîs bikevin nava taxên wan. -
Polîsan li Nisêbînê kesek qetil kirin
Li Nisêbînê, welatiyek ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin. -
Nobeda li Şirnexê heta danê sibehê dewam kir
Çalakiya nobedê ya li Taxa Yeşîlyûrt a Şirnexê, tevî hemû êrîşan jî heta danê sibehê dewam kir. -
Kongreya YRA bi hilbijartina rêveberî û hevserokan bi dawî bû
2. Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), bi hilbijartina rêveberiya nû û hevserokan, bi dawî bû. -
Leşkerên Tirk êrîşî ‘Şehîdgeha Egîd Suruç û Ayten Tekîn’ kir
Leşkerên Tirk êrîşî “Şehîdgeha Şehîd Egîd Suruç û Ayten Tekîn” a li Çiyayê Bagokê kirin û xera kirin. Leşkeran bi awayekî hovane bi dînamîtan dîwarên baxçe, destşo û avahiya di hundirê goristanê de hilweşandin. -
Polîsan li Nisêbînê kesekî 65 salî birîndar kirin
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, di êrîşa polîs û tîmên taybet de Mûsa Akçîn ê di şaneşîna mala xwe de li derve dinêrî bi guleya polîsan ji milê xwe birîndar bû. -
Polîsan li Şirnexê êrîşî çalakiya nobedê kir
Li Taxa Yeşîlyûrt a Şirnexê piştî êrîşa polîs û tîmên taybet ku çalakiya nobedê destpê kir, polîsan vê carê jî bi bombeyên gazê êrîş kirin. -
Gelê Amed û Êlihê wê ber bi Farqînê ve bimeşe
Hevserokê Rêxistina DBP’a Amedê Alî Şîmşek, ji bo astengkirina komkujiyekê, bang li gelê Amed û Êlihê kir ku ber bi Farqînê ve biherikin. -
Cenazeyên HPG’yiyan nedan malbatan
Ji 4 cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên li Saziya Tipa Edlî ya Elezîzê tên rawestandin tevî ku 3 cenaze hatine teşhîskirin jî nedan malbatan. -
Li Farqînê berxwedan didome
Li navçeya Farqînê êrîşa polîs û leşkaran a li hemberî gel berdewam dike û li girên başûrê navçeyê şewat derket. Li hemberî êrîşan berxwedana gel li hemû taxan belav bû. -
Li Nisêbînê tevgera leşkerî zêde bû
Artêşa Tirk sewqiyata leşkerî li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê didomîne. 2 tank, li ser Rêya Îpekê di ketina bajêr de bi cih kirine, tevgera wesayîtên zirxî jî zêde bûye. -
Li Şirnexê çalakiya nobetê destpê kir
Li Taxa Yeşilyurtê ya Şirnexê, gel bi berxwedanê polîs û tîmên taybet ji taxê dûrxistin û dest bi nobeta parastina taxê kirin. Şêniyên taxê, nobeta parastina taxê bi tevlîbûna wekîlên HDP'ê berdewam dike. -
Atalan: Kampa AFAD a li Nisêbînê veguheriye biryargeha leşkerî
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, kampa AFAD a Êzidî tê de dimînin, veguheriye biryargeheke şer a leşkerî. -
Li Mehsertê pevçûn: Herî kêm leşkerek birîndar bû
Hat ragihandin ku li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê di pevçûna di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk de herî kêm leşkerek birîndar bûye. -
Ji Meclîsa Gel a Cizîrê biryarên girîng
Meclîsa Gel a Cizîrê di Civîna Desteya Giştî ya Awarte de biryarên girîng wergirtin. Di encamnameya civîna ku peyama "Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin" derkete pêş, biryarên ku bajêr ji nû ve ava bike hatin wergirtin. -
Li Şirnexê çalakiyên ciwanan
30’ê Îlonê danê êvarî, li taxên Bahçelîevler, Cûmhûriyet ên girêdayî navenda Şirnexê di navbera polîsên Tirk û ciwanan de pevçûn çêbûn. -
Dîmenên çalakiya sabotajê ya gerîlayên HPG’ê
Dîmenên çalakiya sabotajê ya gerîlayên HPG’ê 29’ê Tîrmehê li ser rêya di navbera Pasûr û Licê de pêk anîn derketin holê. -
YPG: Li herêma Çiyayê Kezwanan 28, li Şêxmeqsûd 4 çete hatin kuştin
Hêzên YPG/YPJ'ê di parastina Rojavayê Kurdistanê de derbên giran li çeteyan dixin. Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê 4 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, li derdora çiyayê Kezanan jî 28 çete hatin kuştin. Di vî şerî de 7 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan.