Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da xuyakirin ku êrîşên bi pêşengtiya çeteyên El Nûsra li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê tên kirin, dewam dike. Navendê diyar kir ku hêzên wan hem li hemberî van êrîşan xwe diparêzin, hem jî bi çalakiyên dijber derbên giran li çeteyan dixin.
LI DERDORA TAXA ŞÊXMEQSÛD 4 ÇETE HATIN KUŞTIN, 2 MAŞÎN HATIN RÛXANDIN
Li ser mijarê, navendê ev agahî da:
"Di navbera hêzên me û komên çete yên duh li derdora saet 10.00'an de li hember taxa Şêxmeqsûd a li bakurê Helebê êrîş kirin de şer qewimî. Di encama vî şerî de yek jê doçka barkirî 2 maşîneya pick-up hatine rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van maşîneyên hatine rûxandin de nehatiye zelal kirin.
Hêzên me, li ser rêya Cendol û Bostan Paşa ya ku êrîş tên lidarxistin çend êrîşê ku komê çeteyan hedef digirt pêk anîn. Li vê derê derb li 3 maşînên çeteyan hatiye xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van êrîşan de nehatiye zelalkirin.
Dîsa hêzên me li hember komek çeteyan a li ser rêya Kastella amedekariya êrîş dikirin operasyonek lidarxistin. Di encama vê operasyonê de bi qasî hat zelalkirin 4 endamê çeteyan hatin kuştin."
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê îro danê sibehê li hember gundên Bediî, Xerra, Xara, Til Hemam û Cefrê, çarxê rêya gundê Bediî yên li bakurrojavayê çiyayê Kezwanê û Izea ya quntare çiyayê Kezwan êrîş lidar xistin.
Navendê ragihand, ku ev êrîş êrîşa herî dijwar a ji serê meha Tebaxê ya ku hêzên wan êrîşên çeteyan ên li hember Hesekê şikandibûn û bajer bi temamî rizgarkiribûn e. YPG'ê da zanîn ku li hemberî vê êrîşê çeteyan a ku demeke dirêje amedekarî dikirin, hêzên wan bi biryardariyeke mezin li ber xwe daye û derbên girîng li çeteyan xistine.
LI HERÊMA ÇIYAYÊ KEZWANAN 28 ÇETE HATIN KUŞTIN
Der barê şerê li vir de ev agahî hat dayîn:
"Komên çeteyan li hember sawamaye gundê Xerra bi maşînekî bombebarkirî, li hember gundê Til Hemam jî bi motorsîkletek êrîşên xwekujî lidarxistin. Hêzên me maşîneya bombebarkirî û motorsîklet ji dûr ve teqandin û rûxandin. Dîsa komên çete yên êrîşî gundên Xerra, Xara, Cefr û Bediî, dîsa çarxê rêya Bediî-Alya kiribûn jî ji aliyê hêzên me ve hatin dorpeçkirin. Zedetirî van çeteyên êrîş lidarxistin hatine tinekirin.
Hêzên me di çerxê rêya Bediî-Alya panzerekî çeteyan rûxandin. Li vê qadê qasî hat zelalkirin 7 çete bi awayekî mirî hatiye bi dest xistin. Di şerên dijwar a li qadê de 3 hevrêyên me yê bi lehengî şer dikirin gihîştin şehadetê.
Di şerê gundê Xerra de jî 10 çete bi awayekî mirî hatiye bi dest xistin. Di şerê vî gundî de 4 hevrêyên me ya bi lehengî şer dikirin jî gihiştin şehadetê. Li gundê Xara jî hêzên me 11 çete bi mirî bi destxistin.
Di şerên hîn jî di çar cihan de berdewam dike de heta niha 28 çete bi mirî hatine bi dest xistin, panzerek, maşînekî teqemenî barkirî û motorsîkletêk hatin rûxandin."