Ji bo azadiya Ocalan ji Strasboûrg heta Cenevreyê tûra bi bisîkletan

Ji bo azadiya Ocalan û bi armanca şermezarkirina komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, ji Strasboûrg heta Cenevreyê tûra bisîkletan tê organîzekirin.

Ciwanên Azad, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, didomînin. Ciwan, ji bo balê bikişînin ser tecrîdê û komkujiyên AKP li Kurdistanê dike şermezar bikin, ji bajarê Fransa Strasboûrgê heta bajarê Swîsre Cenevreyê tûra bisîkletan organîze dikin.

WÊ LI BASELÊ BEŞDARÎ MÎTÎNGA HDP'Ê BIBIN

Di roja destpêkê ya çalakiyê de wê îro li Strasboûrgê daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayîn. Di 7 rojên tûra bisîkletan de ciwan ê li bajarê Swîsre Baselê beşdarî mîtînga HDP'ê bibin û heta xwe bigihînin Cenevreyê, tevlî çalakiyên cuda bibin.