Greva birçîbûnê ya 5 rojan a li Strasboûrgê bi dawî bû

Li Strasboûrgê, piştî bidawîbûna çalakiya greva birçîbûnê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku azadiya Ocalan ji bo aştiyê şert e.

Li Strasboûrgê, piştî bidawîbûna çalakiya greva birçîbûnê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku azadiya Ocalan ji bo aştiyê şert e.

Endamên Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî û saziyên Kurd ên li Ewropayê, bi armanca şermezarkirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo pêkhatina azadiya Ocalan û dijderketina li polîtîkayên şer ên li Kurdistanê, li ber Konseya Ewropayê (KE) çalakiya greva birçîbûnê lidar xistin û piştî 5 rojan, bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawî li çalakiya xwe anîn.

Çalakî bi beşdariya 16 Kurdistaniyên ji welatên cuda yên Ewropa û gelemperiya cîhanê pêk hat. Fûrat Kav ê beşdarî greva birçîbûnê ya beriya niha ya 52 rojan bû, Roza Rûbar, ji Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî Mahmût Şakar ku di heman demê de parêzerê Ocalan e, ji nûnerên Federasyona Êzidiyên li Ewropayê Cahît Kaya, ji Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) Pîr Mûstafa Deprem, Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan, ji nûnerên TJK-E Emel Gulo, ji endamên KNK Awûstralya Îsmet Serhat, Mahmût Kahraman, Ozer Coşkûn û Yûsûf Bemal, ji beşdarên 1. Meşa Dirêj a 2012'an Vedat Kaya û havîn Dêrsim, ji endamên KNK Brukselê Şivan Zerdeştî, ji endamên Ciwanên Azad Çekdar Botan, ji nûnerên TEV-ÇAND'ê Emele Şengalî, hunermend Bengî Agirî û Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, tevlî çalakiyê bûn.

Çalakgeran daxwaza ji bo azadiya Ocalan ji saziyên weke Parlamenta Ewropa û CPT re ragihandin û diyar kirin ku wan bi saziyan re rêze hevdîtinên erênî kirine.

RÛBAR: EM DI PÊVAJOYA AZADBÛNA OCALAN DE NE

Li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê Delal Rûbar daxuyanî da. Rûbar got, "Di 5 rojên çalakiya xwe de me bi KE û CPT re hevdîtin kirin, daxwazên xwe ragihandin û diyar kirin ku ev 6 meh in Birêz Ocalan di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin û nikare ti hevdîtinê bike. Me destnîşan kir, ku eger ev tecrîd dewam bike wê çaalkiyên me berfirehtir bibin. Bersivên erênî dan daxwazên me û bêguman em ê jî bibin şopdarên vê. Bersiv dan ku mafdariya têkoşîna gelê Kurd û xeta Rêbertî, çêtir tên fêmkirin. Lewma em di pêvajoyeke ku Rêberê me dikare azad bibe, de ne. Di vê çalakiya me de, em dizanin ku gelê me yê li Ewropa û Kurdistanê ji dil bi me re bûn. Em bawerin ku çalakiya me gihaştiye armanca xwe."

KARTAL: EGER EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN, HINGÎ WÊ AZADÎ NÊZ BIBE

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî got, "Ev greva me ya birçîbûnê, ku ji bo bicihanîna sozên KE û CPT dane weke çalakiyeke hişyariyê bû, bi hevdîtinên erênî derbas bû. Em dixwazin gelê Kurd hişyar bikin; Azadiya Ocalan û azadiya gelê KUrd bi têkoşîna me ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê girîng e gelê me yê li Ewropa û Kurdistanê bi ruhê seferberiya topyekûn deng û têkoşîna xwe bilind bike. Bi vî rengî wê azadî nêz be."

CEYLAN: HÊVIYA ROJHILATA NAVÎN OCALAN E

Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan jî wiha axivî: "Esareta Birêz Ocalan dewam dike. Di roja îro de pêkhatina komkujiyan bi tank, top û her şêwe çekan li Kurdistanê, pêwendiya xwe bi vê tecrîdê re heye. Çawa ku gelê me azadiya xwe di azadiya Rêberê me de dibîne, gelên Rojhilata Navîn jî bi heman awayî rizgariya xwe di têkoşîna gelê Kurd de dibîne. Yê ku karibe pêşî li komkujiyan bigire û ji bo jiyana bi hev re ya gelan perspektîfan pêşkêş dike Birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê ne tenê gelê Kurd, hemû gelên Rojhilata Navîn dixwazin Ocalan azad bibe. Bi vê bîr û baweriyê, heta Ocalan azad nebe, em azad nabin."

Ceylan ji bo çalakiyên "xeleka ji mirovan" ên 9'ê Cotmehê yên li Cenevre û Brukselê banga beşdariyeke xurt kir.

Ji çalakgerên meşa dirêj Havîn Dêrsim jî, di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de bang li her kesî, bi taybetî jinan kir ku bi awayekî aktîf tevlî çalakiyan bibe.

Ji parêzerên Ocalan Mahmût Şakar da xuyakirin ku divê hêzên şoreşger-demokrat ên li Tirkiyeyê, azadiya Ocalan ji sedî sed bixin rojeva xwe û destnîşan kir ku bêyî Ocalan aştî nabe.

Nûnerê FEDA Pîr Mûstafa Deprem jî anî ziman ku ew weke Elewiyekî vê têkoşînê weke têkoşîna xwe dibîne û got, "Ji bo ruhê Kerbela bê jiyîn, divê gelê Kurd Serok Ocalan bi azadiyê tacîdar bike.

Daxuyaniya çapemeniyê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.