Ji Meclîsa Gel a Cizîrê biryarên girîng

Meclîsa Gel a Cizîrê di Civîna Desteya Giştî ya Awarte de biryarên girîng wergirtin. Di encamnameya civîna ku peyama "Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin" derkete pêş, biryarên ku bajêr ji nû ve ava bike hatin wergirtin.

Meclîsa Gel a Cizîrê di Civîna Desteya Giştî ya Awarte de biryarên girîng wergirtin. Di encamnameya civîna ku peyama "Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin" derkete pêş, biryarên ku bajêr ji nû ve ava bike hatin wergirtin.

Meclîsa Gel a Cizîrê encamnameya Civîna Awarte ya Desteya Giştî ku di 28'ê Îlonê pêk hat, bi raya giştî re parve kir. Encamnameyê, li Taxa Cûdî Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç li gel beşdariya gelek welatiyan xwend. Tunç diyar kir ku, di civînê de berxwedana Cizîrê bi her awayî hatiye nirxandin û wiha axivî: "Me rexnedana kêmasiyên ku di vê pêvajoyê de hatin jiyin pêş xist. Li gel vê hemû pirsgirêkên Cizîrê yên civakî, bajarî, aborî û ekolojîk bi berfirehî hatin nirxandin û pêşniyarên çareseriyê hatin pêşxistin."

'XEBATA KOMUN Û MECLÎSAN WÊ BILEZTIR BIBE'

Tunç li ser rewş û pêşketinên li Rojhilata Navîn jî axivî û got ku tekane rêya derketina ji kaosê pergala xweseriya demokratîk e. Tunç destnîşan kir ku Meclîsa Gel a Cizîrê ji bo xurttir bersiva pêvajoyê bide wê xwe rêxistin bike û xebatên komun û meclîsan leztir bike.

Tunç, biryarên ku hatine wergirtin jî wiha rêz kir:

" *Ji bo tespîtkirina zerarên welatiyên ên ji ber êrîşê di bin meclîsê de komîsyonek were avakirin û ev zerar bi hevgirtina komunal, bi hêza xwe were bersivandin.

* Li hemberî îhlal û xespa mafan serlêdanên şexsî na serlêdanên giştî werin pêşxistin.

* Belgefîma berxwedana Cizîrê were kişandin.

*Ji bo girtina ocaxên qûmê wê yekser xebat werin destpêkirin.

* Li her taxê parkên zarokan werin çêkirin

* Ji bo jiyana komunal were pêşxistin li her taxê li gor pêdiviyan tenûrên komun werin avakirin.

* Xebatên li hemberî pirzewacî, qelen û berdel werin pêşxistin.

* Meclîsa me biryar daye ku qûmar, behîs û tefecîtî were qedexekirin.

* Meclîsa me, ji bo ku gel ji xizmetên tenduristiyê bi zimanê zikmakî û bê pere sûd wergire, biryar girtiye ku li her taxê ocaxên tenduristiyê werin avakirin.

* Em bang li hemû ciwanan dikin ku neçin leşkeriyê û malbat jî zarokên xwe neşînin leşkeriyê.

Piştî ku biryar hatin aşkerakirin, bi yek dengî dirûşma, "Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin" hate berzkirin.