Qedexeya derketina derve li ser cenaze jî tê ferzkirin
Cenazeyê Vedat Akcanim ê 16 salî, ku duh di dema qedexeya derketina derve de li Farqînê ji aliyê polîs û leşkerên Tirk ve hat qetilkirin, rastî malbatê nayê kirin, ji bo bê veşartin.
Cenazeyê Vedat Akcanim ê 16 salî, ku duh di dema qedexeya derketina derve de li Farqînê ji aliyê polîs û leşkerên Tirk ve hat qetilkirin, rastî malbatê nayê kirin, ji bo bê veşartin.
Heyeta DBP'ê, ji bo pêşî li êrîşên ku heta niha rê li ber mirina 3 kesan vekiriye bigire, berê xwe da Farqînê.
Li navçeya Amed Farqînê, piştî ku Walîtiya Amedê derketina derve qedexe kir, polîs û leşkerên Tirk dest bi êrîşê kirin û heta niha ji ber vê êrîşê 3 kesan jiyana xwe ji dest dane. Êrîş û pevçûnên li navçeyê didomin. Ji bo pêşî li êrîşên li hemberî gel û înfazan bigirin, tevî Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, rêveberên DBP 3u HDP'ê, nûnerên KJA û rêxistinên civakî yên sivîl û hiqûqnasan, gelek kesan ji Amedê berê xwe dan Farqînê.
Girseya gel a li ser banga rêxistina DBP'ê ya Bajarê Amedê li ber avahiya partiyê civiya, tevî malbatê, ji bo cenazeyê Vedat Akcanim (16) ê ji aliyê polîs û leşkeran ve hat qetilkirin bibe Farqînê, çû Goristana Yenîkoyê. Lê belê, ji ber ku 'qedexeya derketina derve' hînê dewam dike, hêzên ewlekariyê yên dewleta Tirk destûr nedan ku malbat cenazeyê Akcanim bibe Farqînê.
Li ser vê yekê heyeta DBP'ê, ji bo pêşî li êrîşên li hemberî gel û înfazan bigire, li wesayîtan siwar bû û berê xwe da Farqînê.