Li Şirnexê çalakiyên ciwanan

30’ê Îlonê danê êvarî, li taxên Bahçelîevler, Cûmhûriyet ên girêdayî navenda Şirnexê di navbera polîsên Tirk û ciwanan de pevçûn çêbûn.

30’ê Îlonê danê êvarî, li taxên Bahçelîevler, Cûmhûriyet ên girêdayî navenda Şirnexê di navbera polîsên Tirk û ciwanan de pevçûn çêbûn.

30’ê Îlonê danê êvarî, li taxên Bahçelîevler, Cûmhûriyet ên girêdayî navenda Şirnexê di navbera polîsên Tirk û ciwanan de pevçûn çêbûn. Pevçûn heta êvara 1’ê Cotmehê berdewam kirin. Li gor çavkaniyên herêmî, leşkerên Tirk di êvara 1’ê Cotmehê de xwe bi qismî ji taxan vekişiyaye.

Hate ragihandin ku ciwanan ev çalakî ji bo bersivdayîna êrîşên leşkerên Tirk ên li hember taxa Yeşîlyûrtê pêk anîbûn, li dar xistine. Hate diyarkirin ku di pevçûnan de Abdulhamît Înal, Şahîn Ozcan û kesek navê xwe nehate zelalkirin, hatine qetilkirin, 7 sivîl jî birîndar bûne.