Polîsan li Nisêbînê kesek qetil kirin

Li Nisêbînê, welatiyek ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin.

Li Nisêbînê, welatiyek ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, terora polîs û leşkeran a bi qedexeya derketina derve re destpê kir, didome.

Di encama êrîşên polîs û leşkeran de li Taxa Firatê, welatiyê bi navê Ahmet Sonmez ê 50 salî jiyana xwe ji dest da, Mûsa Akçîn ê 75 salî jî birîndar bû.

Hat ragihandin ku cenazeyê Sonmez li erdê ye û ji ber sekvanan cenaze nikare bê rakirin.

HEYETA HDP'Ê HAT ASTENGKIRIN

Di vê navberê de, heyeta HDP'ê ku Parlamenter Enîse Guneylî û namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Gurel jî di nav de ye, xwest bikeve nava navçeyê, lê belê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.