Polîsan li Şirnexê êrîşî çalakiya nobedê kir

Li Taxa Yeşîlyûrt a Şirnexê piştî êrîşa polîs û tîmên taybet ku çalakiya nobedê destpê kir, polîsan vê carê jî bi bombeyên gazê êrîş kirin.

Li Taxa Yeşîlyûrt a Şirnexê piştî êrîşa polîs û tîmên taybet ku çalakiya nobedê destpê kir, polîsan vê carê jî bi bombeyên gazê êrîş kirin.

Li Taxa Yeşîlyûrt a Şirnexê li hember êrîşên polîsan ên ji duh sibehê ve destpê kirin, gel di ketina taxan de nobed dan destpêkirin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, wekîlên HDP’yî û gel tevlî nobedê bû. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî kesên di nobedê de bûn kirin. Welatiyên li hember êrîşên polîsan li ber xwe dan, herêma nobedê terk nekirin, nobeda gel wê heta saetên sibehê bidome.