Dewletê li Şirnexê ciwanek din jî qetil kir
Tîmên taybet şevê din li Şirnexê êrîşên xwe yên li hemberî gel berdewam kirin û ciwanê bi navê Haci Lokman Bîrlîk qetil kirin.
Tîmên taybet şevê din li Şirnexê êrîşên xwe yên li hemberî gel berdewam kirin û ciwanê bi navê Haci Lokman Bîrlîk qetil kirin.
Tîmên taybet şevê din li Şirnexê êrîşên xwe yên li hemberî gel berdewam kirin û ciwanê bi navê Haci Lokman Bîrlîk qetil kirin. Şahidên bûyerê gotin tîmên taybet Bîrlîk birîndar kirin û pişt re înfaz kirin û pişt re pê li serê wî kirin û wêne kişandin.
Tîmên taybet û polîsan şevê din li taxa Dîcle ya Şirnexê êrîş li gel kirin. Di encama êrîşa polîsan de ciwanê bi navê Haci Lokman Bîrlîk li ber avahiya Bayindirlikê înfaz kirin. Li gorî agahiyên ji şahidên bûyerê hatin girtin di êrîşê de Bîrlîk birîndar bû û pişt re hat înfazkirin. Şahidên bûyerê gotin di êrîşê de Bîrlîk birîndar bû û pişt re tîmên taybet hatin cem ev û ew înfaz kirin. Şahidan anî ziman ku polîsan Bîrlîk qetil kirin û pişt re pê li ser wê wî kirin û wêne kişandin. Şahidan da zanîn cenazeyê Bîrlîk bi metreyan di erê dê re hat rakêşandin û ji kolanê hat derxistin.
XEBATKARÊ NEXWEŞXANEYÊ HAT DERPKIRIN Û HAT BINÇAVKIRIN
Cenazeyê Bîrlîk pişt re rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hate zanîn ku ji personelên nexweşxaneyê Menal Geçer dema ji bo Bîrlîk bibin nexweşxaneyê sedya anî rastî êrîşa tîmên taybet hat. Geçerê ji aliyê tîmên taybet ve hat darpkirin pişt re hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
Wekîlên HDP'ê Leyla Bîrlîk, Faysal Sariyildiz û Aycan Îrmez bûyer bihîst û çûn nexweşxaneyê. Li ber nexweşxaneyê sedan welatî disekinin. Cenazeyê Bîrlîk piştî karên otopsiyê dê li bajar bê definkirin.