Li Farqînê berxwedan didome
Li navçeya Farqînê êrîşa polîs û leşkaran a li hemberî gel berdewam dike û li girên başûrê navçeyê şewat derket. Li hemberî êrîşan berxwedana gel li hemû taxan belav bû.

Li navçeya Farqînê ya Amedê êrîşa polîs û tîmên taybet a li hemberî gel berdewam dike û li hemberî êrîşan berxwedana gel jî berdewam dike. Li gel êrîşên polîsan, serdagirtina malan jî berdewam dike û hate zanîn tîmên taybet deriyên malan dişkînin û welatiyan derb dikin. Di dema polîsan êrîşî taxên Tekel, Mescît û Konakê kirin de li girên derdorê şewat derket. Di encama şewatê de tankên li giran hatibûn bicihkirin neçar man paş ve biçin. Berxwedana gel li taxên din jî belav bû. Li Taxa Ferîdûn jî gel li hemberî êrîşan dest bi berxwedanê kir.
Li taxên berxwedan didome çalakiyên deng derxistinê pêk tên û li kolanan tilîlî dengê wesayîtên zirxî yên polîsan ditepisîne.