Cenazeyên HPG’yiyan nedan malbatan
Ji 4 cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên li Saziya Tipa Edlî ya Elezîzê tên rawestandin tevî ku 3 cenaze hatine teşhîskirin jî nedan malbatan.
Ji 4 cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên li Saziya Tipa Edlî ya Elezîzê tên rawestandin tevî ku 3 cenaze hatine teşhîskirin jî nedan malbatan.
Ji 4 cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên li bejahiya Pulurê di encama bomberdûmanê de jiyana xwe ji dest dan û li Saziya Tipa Edlî ya Elezîzê tên rawestandin, tevî ku cenazeyên 3 gerîlayan hatine teşhîskirin jî cenaze radestî malbatan nehatin kirin.
4 cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên di navbera 16-19’ê Îlonê de li bejahiya Pulur a Dêrsimê di encama bomberdûmanê de jiyana xwe ji dest dan, hê jî li Saziya Tipa Edlî ya Elezîzê tên rawestandin. Piştî serdana 28’ê Îlonê cenazeyên gerîlayên HPG’ê Îsmaîl Aydemîr (Baran Dêrsim), Sedat Aslan û Resul Balikçi hatin teşhîskirin. Lê li ser îxbara cenaze tevlihev bûne, dozgeriyê cenaze radestî malbatan nekirin.
Hat ragihandin ku li ser îxbara ku cenaze hatine tevlihevkirin, dozgeriya biryara otopsiyê daye wê roja Duşemê otopsî bike.