Gelê Amed û Êlihê wê ber bi Farqînê ve bimeşe
Hevserokê Rêxistina DBP’a Amedê Alî Şîmşek, ji bo astengkirina komkujiyekê, bang li gelê Amed û Êlihê kir ku ber bi Farqînê ve biherikin.

Li navçeya Farqîn a Amedê piştî qedexeya derketina kolanan ku polîs û tîmên taybet bi tankan û topan êrîşî gel dikin û ketina nav hewldana komkujiyê, heyeteke ku di nav de Hevserokê Rêxistina DBP’a Amedê Alî Şîmşek heye ji bo astengkirina êrîşan ku xwestin biçin navçeyê, li ketina navçeyê hatin rawestandin. Şîmşek ji bo pêşiya komkujiyekê bê girtin bang li gel kir ku biherikin Farqînê.
Şîmşek ragihand ku dorpêça li navçeyê didome û eger êrîş dewam bikin wê komkujiyeke mezin rû bide. Şîmşek got ku ji bo gelê Amedê dorpêç û êrîşan bişkîne divê biherike navçeyê.
Şîmşek anî ziman ku ji bo pêşiya komkujiyekê bê girtin, wê sibe li ber avahiya Rêxistina DBP’ê ya Amedê kom bibin û ber bi Farqînê ve bikevin rê. Şîmşek, xwest gelê Êlihê jî biherike Farqînê.