Çalakiya mertalên zindî ji aliyê Tevgera Kedê ya Amedê ve tê meşandin

Çalakiya mertalên zindî ya li Şehîdgehên Sise, Çemê Elikan û qada Hûre, ji aliyê Tevgera Kedê ya Amedê ve dewr hat girtin.

Rêxistina Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a Amedê ragihand, ku çalakiyên mertalên zindî didomin.

Rêxistina DBP'ê ya Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Êrîşên polîs û leşkeran ên li hemberî şehîdgehên me ev demeke dirêj e dewam dikin. Çalakiyên mertalên zindî yên ji bo sekinandina van êrîşan jî, bi guhertina nobedê didomin."

'HETA ŞER BIQEDE, WÊ ÇALAKÎ BIDOME'

Di daxuyaniyê de hat gotin ku çalakiya meratlên zindî ya li Şehîdgehên Sise, Çemê Êlikan û qada Hûre, ji aliyê Tevgera Kedê ya Amedê ku nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de heye, dewr hatiye girtin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çalakiyên mertalên zindî yên gel wê heta bidawîbûna şer, dewam bikin.