Gever li dijî êrîşan her li ber xwe dide

Li dijî êrîşa tîmên tevgera taybet a li hemberî taxên Cûmhûriyet û Eskî Kişla yên Geverê, gelê navçeyê li ber xwe dide û nahêle polîs bikevin nava taxên wan.

Li navçeya Colemêrg Geverê, hêzên dewleta Tirk duh nîvê şevê êrîşî taxên Cûmhûriyet û Eskî Kişla kirin. Wesayîtên zirxî yên li ser rêya Şemzînanê bi cih bûbûn, di destpêkê de gule reşandin taxa Eskî Kişla û dûre bi kepçeya zirxî êrîşî taxa Cûmhûriyetê (Zagros) kirin.

Girseya gel li hemberî vê êrîşê daket kolanan û bi qîrîna dirûşme û tilîliyan bersiv da êrîşan. Ciwanên li ber Mala Gel civiyan, dest bi parastina taxên xwe kirin. Li ser berxwedana gel, tîmên tevgera taybet ên bi qasî 2 saetan gule li taxan reşandin, neçar man xwe vekişînin.