Nobeda li Şirnexê heta danê sibehê dewam kir
Çalakiya nobedê ya li Taxa Yeşîlyûrt a Şirnexê, tevî hemû êrîşan jî heta danê sibehê dewam kir.
Çalakiya nobedê ya li Taxa Yeşîlyûrt a Şirnexê, tevî hemû êrîşan jî heta danê sibehê dewam kir.
Li hemberî êrîşên polîsên Tirk ên li hemberî Taxa Yeşîlyûrt a Şirnexê, nobeda Kurdistaniyan a li pêşiya taxê heta danê sibehê dewam kir. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî di nav de gelek kesan nobed girtin. Lê belê polîsên Tirk bi bombeyên gazê û guleyên rastî êrîşî çalakgeran kirin. Bi destpêkirina êrîşê re, bi sedan kes daketin kolanan û bi qîrîna dirûşmên "Zext nikarin bi me" û "Bijî Berxwedana Botanê" dest bi berxwedanê kirin.
Polîsên ku li cihekî nêzî çalakiya nobedê bi cih bûbûn, bombeyên gazê li derdorê barandin. Bombeyan tesîr li Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî kirin.
Tevî hemû êrîşan jî gel li ber xwe da û çalakiya nobedê heta danê sibehê dewam kir.