Kartal: Dem dema azadiya Rêber Apo û şoreşa Bakur e

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bang li gelan kir ku ji bo azadiya Ocalan tevlî çalakiyan bibin û got, "Dem dema azadiya Rêber Apo û şoreşa Bakur e."

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal diyar kir, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê zext li saziyên navneteweyî bên kirin. Kartal ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyan jî kir û got, "Dem dema azadiya Rêber Apo û şoreşa Bakur e."

Greva birçîbûnê ya 5 rojan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku di 28'ê Îlonê de li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) destpê kir, bi dawî bû. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal der barê çalakiyê de ji ANF'ê re axivî û bang li sazî û raya giştî ya navneteweyî kir, ku der barê tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şerê li Kurdistanê tê meşandin de, hişyar û baldar bin.

'EM DIXWAZIN SAZIYÊN PÊWENDÎDAR BIXIN NAVA TEVGERÊ'

Kartal ji bo pêkhatina aştiyê bal kişand ser rola Ocalan û da zanîn ku armanca bingehîn a Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ew e ku bang li saziyên navneteweyî û raya giştî bike ku der heqê şer û tecrîdê de hişyar bin. Kartal got, "Me xwest, sozên ku Parlamenta Ewropa, Konseya Ewropa û CPT yên berê dabûn bînin bîra wan û ji bo bicihanîna van sozan, saziyên pêwendîdar bixin nava tevgerê." Kartal da zanîn ku tecrîd, parçeyekî şerê topyekûn ê li hemberî gel tê meşandin e.

'ERDOGAN BI NIYETA AŞTIYÊ PÊVAJO NEMEŞAND'

Kartal da xuyakirin ku li Kurdistanê şerekî giran tê meşandin û ji bo sekinandina vî şerî û pêkhatina aştiyê, Ocalan dikare roleke gelekî bi bandor bilîze. Kartal anî ziman ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan vê pêvajoyê bi niyeta aştiyê nemeşandiye û ti gav neavêtiye. Kartal ragihand ku pêvajo bi Mutabaqa Dolmabahçeyê re gihaştiye astekê û got, "Ji ber ku Erdogan çareserî nexwest, ji ber ku di avakirina hegemonya xwe de israr kir, ev pêvajo tine hesiband û mîna ku tiştek heta niha nebûye, tevgeriya."

'YEKANE HÊZA DIKARE ERDOGAN BISEKINÎNE, KURD E'

Kartal diyar kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî bingehîn a Rojhilata Navîn e û da zanîn ku pirsgirêka Kurd bi Şoreşa Rojava re bûye rojeva bingehîn a raya giştî ya navneteweyî. Kartal da xuyakirin ku dîktatoriya faşîst a ku Erdogan dixwaze biafirîne jî di rojeva tevahiya cîhanê de ye û destnîşan kir ku yekane hêza dikare Erdogan bisekinîne, tevgera Kurd e.

'GELÊ LI EWROPAYÊ DIJÎ, JI BO AZADIYA OCALAN DI REWŞEKE STRATEJÎK DE YE'

Kartal di dewama axaftina xwe de ragihand ku gelê Kurd ê li Ewropayê dijî, ji aliyê azadiya Ocalan ve di rewşeke stratejîk de ye û got, "Welatên Ewropayê û Tirkiye xwedî têkiliyên bi armanca aboriyê ne. Hikûmet di têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re beriya her tiştî berjewendiyên xwe esas digirin. Eger em raya giştî ya li van welatan bixin nava tevgerê, karibin bandorê li raya giştî bikin, hingî wê raya giştî zextê li welatan bike û bihêle ku li şûna berjewendiyan, têkilî li ser esasê aştî û wekheviyê bên rûniştandin."

Kartal bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku ji bo azadiya Ocalan tevlî çalakiyan bibin û diyar kir ku divê her kes li cihê lê ye, ji bo azadiya Ocalan çalakiyên bi bandor pêk bînin.

'DEM DEMA AZADÎ Û ŞOREŞÊ YE'

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal herî dawî ev peyam da: "Dem dema azadiya Rêber Apo ye. Dem dema çareseriya pirsgirêka Kurd e. Şoreşa Rojava bi pêngaveke mezin pek hat; niha dem dema şoreşa li Bakur e."