Leşkerên Tirk êrîşî ‘Şehîdgeha Egîd Suruç û Ayten Tekîn’ kir

Leşkerên Tirk êrîşî “Şehîdgeha Şehîd Egîd Suruç û Ayten Tekîn” a li Çiyayê Bagokê kirin û xera kirin. Leşkeran bi awayekî hovane bi dînamîtan dîwarên baxçe, destşo û avahiya di hundirê goristanê de hilweşandin.

Piştî ku duh li çar gundên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê biryara “qedexekirina derketina kolanan” hate îlankirin bi beşdariya sedan leşker li herema Çiyayê Bagokê operasyonê hat destpêkirin û di navbera endamên HPG’ê û leşkeran de pevçûn derketibû. Li gel vê yekê bi sedan leşkeran bi wesayîtên zirxî bi ser “Şehîdgeha Şehîd Egîd Suruç û Ayten Tekîn” a li Çiyayê Bagokê de girtin û mertalên zindî yên li wir nobetê digirtin binçavkirin. Piştî ku leşkeran çalakvanên mertalên zindî binçavkirin bi dînamîtan û wesayîtên zirxî goristanê xera kirin. Dîwarên baxçeyên goristanê, destşo û avahiya di hundirê “şehîdgehê" de hilweşandin.

Her wiha gorên di hundirê “şehîdgehê" de jî zerar dîtin û leşkeran bi çavsorî êrîş li goristanê kir.