Kongreya YRA bi hilbijartina rêveberî û hevserokan bi dawî bû
2. Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), bi hilbijartina rêveberiya nû û hevserokan, bi dawî bû.
2. Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), bi hilbijartina rêveberiya nû û hevserokan, bi dawî bû.
Kongreya 2. a YRA, ku duh li Navenad Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo bi dirûşma "Ragihandina azad, civak û jiyana azad e" destpê kir, bi dawî bû.
Di kongreyê de 150 endamên ji her sê kantonên Rojava, Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsiv, Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz Hekem Xelo, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, Serokê Desteya Kar û barên civakî Dijwar Ehmed, Endamê buroya têkiliyên diplomasî ya TEV-DEM’ê Ebdilselam Ehemed û nûnerên partiyên siyasî yên kurdî, amade bûn.
Kongreyê de piştî axaftinên vekirinê, ji çapemeniyê re girtî bi xwendina raporên xebata dema bihurî, dewam kir.
Rapora bi zimanê Kurdî ji aliyê endamê yekîtiyê Şervan Yûsiv ve û bi zimanê Erebî jî ji aliyê endama yekîtiyê Hêlîn Hemo ve hatin xwendin.
Piştre jî rêziknameya Yekîtiyê hat xwendin û guhertin li ser hatin çêkirin.
Paşê 9 kes ji bo rêvebirina hilbijartinên meclîsê hatin diyarkirin. Di hilbijartinan de 21 endamên ji Kantonên Kobanê, Cizîr û Efrînê weke endamên meclîsê û Ekrem Berekat û Şehnaz Osman jî weke Hevserokên meclîsê hatin hilbijartin.