KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bûrkan El Firat êrîşên li dijî Şêxmeqsûd şermezar kir
Berdevkê Bûrkan El Firat Derwîş, da xuyakirin ku êrîşên li hemberî Şêxmeqsûd xizmetê ji şoreşa Sûriyeyê re nakin. -
Li Brîghtonê bîranîna gerîla
Li bajarê Îngilîstan Brîghtonê, ji bo gerîlayên jiyana xwe ji dest dane merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. -
Sancar: Nisêbîn bi xwedîderketina li vîna xwe re serbilind e
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, ku ji ber "qedexeya derketina derve" dikir nedikir nekarîbû xwe bigihîne Nisêbînê, piştî qedexe rabû, ket nava navçeyê. Sancar çavdêriyên xwe yên li navçeyê ji ANF'ê re vegot. -
KNK: AKP bi kiryarên xwe re DAIŞ a fermî ye
Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, terora û hovîtiya dewleta Tirk a li ser gelê Kurdistanê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku AKP bi kiryarên xwe re li Kurdistanê DAIŞ a fermî ye. -
YPG: Li Helebê, komên ser bi îstîxbarata Tirk agirbest xera kirin
Fermandariya YPG'ê ya Helebê diyar kir ku peymana sekinandina şer a bi Eniya Şamê re, ji aliyê komên bi El Nûsra re tevdigerin ve hatiye xerakirin. -
Kalkan: Yekane astengiya li pêşiya dîktatoriya Erdogan, siyaseta Kurd û HDP ye
Dûran Kalkan, der barê şerê ji aliyê AKP'ê ve hat destpêkirin, ragihandina xwerêveberiyan, hilbijartinên 1'ê Mijdarê, destwerdana Rûsyayê li Sûriyeyê û têkiliyên PKK-PDK'ê de peyamên girîng da. -
Li Nisebînê qedexeya 'derketina derve' hat rakirin
"Qedeya derketina derve" ya ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve ji saet 19:00 1'ê Cotmehê û pê ve li Nisêbînê hat îlankirin, îro danê sibehê saet di 06:00 de hat rakirin. -
Li Rotterdamê 'Şehîdên meha Cotmehê' hatin bîranîn
Li bajarê Hollanda Rotterdamê, 'Şehîdên meha Gulanê' di şexsê Denîz Adlim de hatin bîranîn. -
Hêza YPG'ê ya operasyonê, konê serxweşiyê yê li Til Temirê ziyaret kir
Hêzên YPG/YPJ'ê yên li çiyayê Kizwanan li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyon meşandin, di vegera ji operasyonê de konê serxweşiyê yê ji bo 2 şervanên YPJ/YPJ ên di şerê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan, ziyaret kirin. -
Çalakiya ciwanan a bi bisîkletan di roja 4. de ye
Çalakiya ciwanên Kurd a bi bisîkletan, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin, dewam dike. Ciwan wê îro saet di 09:00 de li Navenda Çanda Kurd a Bernê bicivin û bikevin ser rêya Romontê. -
Li Nisêbînê berxwedan didome
Taxa Dîcle ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku ji aliyê gelek wesayîtên zirxî û cerdevanan ve hat dorpêçkirin, berxwedana gel didome. -
Polîs li Bismilê taxan gulebaran dikin
Polîsên ku taxên Rojava û Avaşîn ên Bismilê dorpêç kirin, rasterast taxan gulebaran dikin. -
Polîsên Tirk li Kayapinarê bombeyên gazê û guleyên plastîk bi kar tînin
Polîsên Tirk li Taxa Huzurevlerî ya navçeya Kayapinar a Amedê tevî ku ti bûyer jî nînin, rasterast bombeyên gazê û guleyên plastîk diavêjin derdorê. -
Li Qamişlo teqîn
Li benzînxaneya di herêma ewlekariyê ya hêzên rejîmê ya li bajarê Qamişlo de teqînekê rû da. -
KESK’ê girseya ku li Nisêbînê çalakiya rûniştinê pêk tîne ziyaret kir
Platforma Şaxên KESK’ê ya Mêrdînê, Heyeta ku li hember qedexeya derketina kolanan û êrîşan çalakiya rûniştinê pêk tîne ziyaret kir. -
DAIŞ’ê çeteyên xwestin birevin înfaz kirin
Li Minbicê di nava komên DAIŞ’ê de teqînek pêk hat, di encamê de 3 çete hatin kuştin, li aliyê din jî DAIŞ’ê 6 çeteyên di nav xwe de yên xwestin ji Minbicê birevin kuştin. -
MLKP Rojava, Arîn Mîrxan bi bîr anî
MLKP Rojava bi wesîleya salvegera şehadeta fermandara YPJ’ê Arîn Mîrxan a li hember çeteyên DAIŞ’ê çalakiya fedaî pêk anî daxuyaniyeke nivîskî weşand got: “Kobanê, ji Arînan heta Paramazan bû bajarekî berxwedanê yê xeyalên azadiyê bûn xweşik-bira.” -
Qedexeya kolanan a li Farqînê hat rakirin
Li navçeya Farqîn a Amedê qedexeya kolanan a 2’yê Cotmehê hat rakirin. -
Nasnameya şervanekî YPG’ê hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê agahiyên nasnameya şervanekî YPG’ê aşkera kir. -
‘Arîn wateyeke nû ji têkoşîna azadiya jinê re da qezenckirin’
Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Kobanê bi boneya yekemîn salvegera şehadeta Arîn Mîrxan a 5’ê Cotmeha 2015’an di çalakiyeke fedayî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de pêk anî û jiyana xwe ji dest da, semînerek organîze kir. -
Şervanê YPG’ê Xweşmîr li Hesekê spartin axê
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Elay El-Bedî (Xweşmîr Mêrxas) ku ji pêkhateya Ereb e bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar oxir kirin. -
Polîsan li Farqînê avahiya KURDÎ-DER şewitandin
Piştî qedexekirina derketina kolanan a li Farqînê, polîsan bi ser avahiya KURDÎ-DER'ê de girtin û avahî şewitandin. Hat zanîn ku piştî polîsan avahî şewitand destûr neda ti kes li avahiyê lêkolînê bike. -
YPG: Di 4 rojan de 106 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG'ê diyar kir ku di operasyona 4 rojan a li hember çeteyan de 106 çete hatine kuştin. -
Satilmiş ê leşkeran birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Qerqeliyê welatiyê bi navê Omer Faruk Satilmiş ê di êrîşa leşker û tîmên taybet de bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyê 4 rojan li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da. -
Li Şemzînanê 18 tîmên taybet hatin kuştin
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ragihand k udi çalakiya li hember Qereqola Jendermeyan a Navçeyê ya Şemzînan a Colemêrgê 18 tîmên taybet hatine kuştin.