Şervanê YPG’ê Xweşmîr li Hesekê spartin axê
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Elay El-Bedî (Xweşmîr Mêrxas) ku ji pêkhateya Ereb e bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar oxir kirin.
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Elay El-Bedî (Xweşmîr Mêrxas) ku ji pêkhateya Ereb e bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar oxir kirin.
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Elay El-Bedî (Xweşmîr Mêrxas) ku ji pêkhateya Ereb e bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar oxir kirin.
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê û gundên girêdayî wê cenazeyê şervanê YPG’ê Elay El-Bedî (Xweşmîr Mêrxas) ku ji pêkhateya Ereb e û di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li çiyayê Kizwanan di 1’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê oxir kirin.
Welatiyan cenaze ji Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristanê ve ketin rê.
Piştî ku girseya gel gihîşt goristanê welatiyan cenaze li ser milên xwe kirin û bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re li ser dika goristanê danîn. Piştre merasîmek bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Muzir Seydo axivî û sersaxî ji malbata têkoşer Xweşmîr Mêrxas re xwest û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.
Di merasîmê de her wiha endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Ekrem Mehşûş der barê biratiya gelan de û hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê axivî û got ku çeteyên DAIŞ’ê ne tenê dijminê pêkhateyekê ne lê belê dijminê tevahî mirovahiyê ne.
Mehşûş destnîşan kir ku ev êrîşên çeteyan nîşana têkçûna wan e û hêzên YPG’ê û YPJ’ê jî bi lehengî bersiva van çeteyan dane.
Piştre Endama Yekîtiya Star Şêrîn Oso der barê berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê de got ku bi saya xwîna şehîdan û lehengiya şervanan herêm ji çeteyan hatiye paqijkirin û diyar kir ku ti carî vîna azad a pêkhateyên herêmê bi van êrîşên çeteyan nayê şikandin.
Di dawiya merasîmê de endamê Saziya Malbatên Şehîdan Aldar Fatimê belgeya şehadeta têkoşer Xweşmîr Mêrxas xwend û radestî malabata wî kir. Piştre birayê têkoşer Xweşmîr Mêrxwaz ê bi navê Xizir El-Bedî diyar kir ku ew bi şehadeta birayê xwe gelekî serbilind in û wê heta dawî rêya wî bişopînin.
Piştre cenazeyê têkoşer Xweşmîr Mêrxas bi tilîliyên dayikan û dirûşman hate binaxkirin û dirûşmên silavkirina berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê hatin gotin.