Li Nisêbînê berxwedan didome
Taxa Dîcle ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku ji aliyê gelek wesayîtên zirxî û cerdevanan ve hat dorpêçkirin, berxwedana gel didome.
Taxa Dîcle ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku ji aliyê gelek wesayîtên zirxî û cerdevanan ve hat dorpêçkirin, berxwedana gel didome.
Taxa Dîcle ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku ji aliyê gelek wesayîtên zirxî û cerdevanan ve hat dorpêçkirin, berxwedana gel didome. Li navçeya ku êrîş û berxwedan bi awayekî zêde didome, berxwedana gel hem li hundir û hem jî li derve didome.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketina kolanan ku ket roja 5. ji kampa AFAD a koçberên Êzidî û Sûriyeyî lê dimînin, gelek wesayîtên zirxî û tank derketin ser Rêya Îpekê û ber bi Taxa Dîcle ve ketin rê. Li gor agahiyên hatin wergirtin, di nav ekîbên hatin taxê de cerdevan jî hene. Li taxa ku dengên çekan tê berxwedana gel jî didome.
Li navçeyê ku leşker destûr nadin ambulans bikevin taxan, li Taxa Abdulkadîrpaşa rewşa du jinên Êzidî ên nexweşên PTONSÎLÎT girane. Di nexweşiya ku argûşk diwerimin û eger tedawî neyê kirin xwîn diçe ser mejî, tedawiya jinên nexweş ji aliyê tenduristvanekî li taxê tê kirin.
Destûr nayê dayîn gel bikeve navçeya Nisêbînê, di ketina navçeyê de wekîlên HDP’yî û gel sekna xwe didomînin. Ji hinek wesayîtên zirxî ku ji bo dewir teslîmê hatibûn, polîsan nîşanaye guran, çêkir. Gel bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bersiv dan polîsan. Ji wesayîta zirxî ji bo ‘tirsê’ bide gel gule li hewayê hatin reşandin. Gel guhdar nekir û got: “Bijî Serok Apo.”
Amîrê polîsan jî ji gelê ku dirûşma, “Bijî Serok Apo” qîr dikir re axaftina, “Canê we dixure, dengê xwe kêm bikin ev der Tirkiye ye” got û heqaret li gel kir. Li qadê ku cih bi cih alozî derdikevin, di ketina bajêr de çalakiya rûniştinê didome.
Her wiha, li navçeyê ku berxwedan her diçe mezintir dibe, ji 7 salî heta 70 salî her kesî beroş girtine destên xwe û bi dengekî mezin bi çalakiya dengderxistinê piştgiriya xwe ya ji berxwedanê re berdewam dikin.