Li Brîghtonê bîranîna gerîla
Li bajarê Îngilîstan Brîghtonê, ji bo gerîlayên jiyana xwe ji dest dane merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Li bajarê Îngilîstan Brîghtonê, ji bo gerîlayên jiyana xwe ji dest dane merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Li bajarê Îngilîstan Brîghtonê, ji bo endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Onder Aslan (Şervan Varto) ê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, Rahmî Kiziltaş û Abdullah Toprak ên li Gimgimê hatin qetilkirin û gerîlayê HPG'ê Omer Gonul (Şoreş Gimgim) ê li Çewlikê jiyana xwe ji dest da, merasîma bîranînê hat lidarxistin.
'EM XWEDÎ LI BÎRANÎNA WAN DERKEVIN Û WAN NEMIR BIKIN'
Di merasîma li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de tevî xizmên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, hejmareke zêde Kurdistanî û dostên wan amade bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, di axaftinan de ji gelê Kurd re sersaxî hat xwestin. Hat destnîşankirin ku bi xwedîderketina li bîranîna cangoriyan re divê nirxên têkoşîna azadiyê bên jîndarkirin û bi meşandina têkoşînê re cangorî dikarin nemir bibin.
Bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û belavkirina xwarina xêrê bi dawî bû.