KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hevşaredarê Îdirê û 8 bijartî hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê îro jî li Îdirê dewam kirin. Hevşaredar Şaziye Onder jî di nav de 9 bijartiyên DBP'yî hatin binçavkirin. -
Ji HPG'ê ji bo gerîla Baz Mordem daxuyaniya sererastkirinê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, der barê gerîla Baz Mordem ê hatibû ragihandin ku di şerê 24'ê Îlonê yê li Elkê de jiyana xwe ji dest daye, daxuyaniyeke sererastkirinê weşand. -
Aliyê komployê yê Yewnanîstanê wê bê darizandin
Komploya 9'ê Cotmehê ya rê li ber derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê vekir, li çar aliyên cîhanê tê şermezarkirin. Di vê navberê de aliyê vê komployê yê Yewnanîstanê wê were darizandin. -
Yekîtiya Star: Komplo di sala 17. de beralî bû
Koordînasyona Yekîtiya Star: Di şexê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi komploya navneteweyî re hat xwestin, têkoşîna azadiyê ya Kurdan û gelên Rojhilata Navîn bê beralîkirin, lê belê komplo bi xwe di sala 17. de beralî bûye. -
Li Geverê zarokekî 17 salî hat kuştin
Li navçeya Colemêrg Geverê, zarokê 17 salî Adem Sevînç, ji aliyê polîs û tîmên tevgera taybet ve hat qetilkirin. -
Li ber Parlamenta Swêdê çalakiya ji bo azadiya Ocalan
Komek ji Kurdistaniyan, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî, duh êvarê li ber Parlamenta Swêdê çalakiyek lidar xistin. -
Ararat: Komploya navneteweyî bi têkoşînê re dikare were pûçkirin
Ararat got, "berxwedana topyekûn a li dijî êrîşan, avakirina welat û civakeke demokratîk bi gelan re û xwegihandina Rêberê me li xaka azad, wê bi pêşengiya jin û ciwanan pêk were." -
Krîza Serokatiyê ya li Başûrê Kurdistanê çareser nebû
5 partiyên di hikûmeta Başûrê Kurdistanê de cih digirin ji bo çareserkirina krîza serokatiyê ku cara 9. civiyan û civîna wan bi protestoyên gel destpê kir careke din bê encam bi dawî bû. -
Gelê Silopiya qedexeya derketina kolanan şermezar dike
Li Silopiyayê welatî li dijî qedexekirina derketina kolanan derketin qadan bi çalakiya deng derxistinê dorpêçkirina polîsan şermezar kirin. -
Komploya navneteweyî li Wan, Amed û Êlihê hat protestokirin
Komploya navneteweyî di 18. salvegerê de li Wan, Amed û Êlihê hat protestokirin. -
Yilmaz ê 9 salî li Farqînê spartin axê
Cenazeyê Hasan Yilmaz ê 9 salî yê di teqîna navçeya Farqîn a Amedê de jiyana xwe ji dest da spartin axê. -
Yuksekdag: AKP 1’ê Mijdarê wê di bin şerê qirêj de bimîne
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a li Bagcilar bi gel re hat cem hev got ku AKP 1’ê Mijdarê wê di bin şerê qirêj ê meşandiye de bimîne. -
Namzetê HDP’ê yê parlamenteriyê jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin
Namzetê HDP'ê yê Parlamenteriyê yê Elezîzê Îbrahîm Bîngol bi 3 kesan re hat binçavkirin. -
Bozkur ê ji aliyê polîsan ve hat înfazkirin spartin axê
Cenazeyê ji 4 ciwanên li Bismilê hatin înfazkirin Bîlal Bozkur hat definkirin û di dema merasîma cenaze de kevokên xwedî kirin hatin ser darbesta wî rawestiyan. -
Polîsan li Amedê bombe avêtin malekê: Jinekê jiyana xwe ji dest da - HAT NÛKIRIN
Polîsan li navçeya Rezan a Amedê bi bombeyan li malekê jinek qetil kirin û 6 kes jî binçavkirin. -
Xaçort di dorpêça polîsan de ye
Taxa Xaçort a navçeya Îpekyolu ya Wanê j aliyê gelek polîsan ve hat dorpêçkirin û piştre bi bombeyên gazê êrîşî taxê kirin. -
'Pêwîst e gel xwe biparêze'
Civînên xwerêveberiyê li Dêrsimê berdewam kirin. Di civînê de Berdevka Meclîsa Jinên DBP’ê Gul bal kişand ser berxwedana Dêrsimê û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ayna destnîşan kir ku pêwîst e gel xwe biparêze. -
Li Rojava protestoya komploya navneteweyî
Bi sedan welatiyên Girkê Legê û bajarê Dêrikê Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Ocalan şermezar kirin. Her wiha Şaredariya Gel a Tirbespiyê û Yekîtiya Star a Kantona Efrînê ji bo şermezarkirina komployê daxuyanî dan. -
YDG-H: Li Farqînê berxwedana bi heybet a gelê me didome
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), der barê êrîşên dewletê û berxwedana ciwanan de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de têkîldarî çalakiyan agahî hatin dayîn. -
Di çalakiya Elbakê de 16 leşker hatin kuştin, 21 leşker birîndar bûn
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiya 6’ê Cotmehê ya li hember Qereqola Kanî Spî ya girêdayî navçeya Elbak a Wanê de 4 jê bi paye 16 leşker hatin kuştin, 21 leşker jî birîndar bûne. -
Baydemîr, esnafên Halîliye ziyaret kir
Parlamenterê HDP’ê yê Riha Osman Baydemîr xebatên xwe yên hilbijartina 1’ê Mijdarê bênavber didomîne. Di bernameya ku bi Rêxistina Navçeyê ya HDP’ê re hat organîzekirin rêveberên partiyê jî amade bûn. -
Polîsan wekîl derb kirin, 3 kes binçav kirin
Polîsan êrîşî daxuyaniya DBP'ê ya Agiriyê kirin û di êrîşê li parlamenterên HDP'ê yên Agiriyê Berdan Oztruk û Dîrayet Dîlan Taşdemîr û Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubîlay derb kirin. Polîsan 3 welatiyên pankart hilgirtibûn binçav kirin. -
Parlamenterên HDP'ê li esnafên Sûrê geriyan
Heyetek ji parlamenter, rêveberên partiya DBP û HDP'ê pêk dihat çûn serdana esnaf û dikandarên navçeya Sûrê ya Amedê û bi wan re sohbet kirin. -
Li herêmên gerîlayan tevgera leşkerî
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku pêgerên hewayî yên bêmirov ê keşfê, 7’ê Cotmehê li ser herêma Zapê keşf pêk anîne. -
Li Başûrê Kurdistanê protestoyên krîza aboriyê
Li Başûrê Kurdistanê, bi armanca şermezarkirina krîza aboriyê gel li kolanan e.