Ji HPG'ê ji bo gerîla Baz Mordem daxuyaniya sererastkirinê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, der barê gerîla Baz Mordem ê hatibû ragihandin ku di şerê 24'ê Îlonê yê li Elkê de jiyana xwe ji dest daye, daxuyaniyeke sererastkirinê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, der barê gerîla Baz Mordem ê hatibû ragihandin ku di şerê 24'ê Îlonê yê li Elkê de jiyana xwe ji dest daye, daxuyaniyeke sererastkirinê weşand.

Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Hevalê me Baz Mordem-Onder Kaçar ê ku di daxuyaniya li ser operasyona şoreşgerî ya 24'ê Îlonê ya li navçeya Elkê ya Botanê de hatibû ragihandin ku şehîd ketiye, ji ber şaşîtiya ji ber navê dişibe hev, şehîd hatiye îlankirin. Ji ber vê şaşîtiyê, em beriya her tiştî ji malbata wî ya hêja û tevahiya gelê xwe lêborînê dixwazin.

Hevalê me Baz Mordem niha li nava yekîneyên me yên gerîla, xebatên xwe dimeşîne.

Bi rêzdarî em vê agahiyê radigihînin."