Di çalakiya Elbakê de 16 leşker hatin kuştin, 21 leşker birîndar bûn
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiya 6’ê Cotmehê ya li hember Qereqola Kanî Spî ya girêdayî navçeya Elbak a Wanê de 4 jê bi paye 16 leşker hatin kuştin, 21 leşker jî birîndar bûne.
ANF
BEHDÎNAN
pêncşem, 8 kewçêrê 2015, 16:14
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiya 6’ê Cotmehê ya li hember Qereqola Kanî Spî ya girêdayî navçeya Elbak a Wanê de 4 jê bi paye 16 leşker hatin kuştin, 21 leşker jî birîndar bûne. Navendê diyar kir ku qereqol hatiye rewşeke ku êdî neyê bikaranîn.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîla de daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “7’ê Cotmehê saet 08.30’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên ku li qereqola Dûrê ya li xeta sînorê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek sûîqestê pêk anîn û leşkerek kuştin.
Ji 27’ê Îlonê ve artêşa dagirker a TC ji bo bikeve herêmên Bînbîr, Geliyê Dostkî û Mergê Zerê yên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê, dest bi operasyonê kiribû, ev operasyona ku pêşketinek cidî bi dest nexistiye, hê jî didome.
7’ê Cotmehê saet 12.00’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Girê ya li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî pêk anîn. Kuleyek qereqolê bû hedef û bi bandor hate hedefgirtin. Di vê çalakiyê hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin; kamerayên mobese yên qereqolê jî hatin îmhakirin.
JI GERÎLAYÊN YJA STAR ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ
7’ê Cotmehê saet 12.30’an hêzên gerîlayên me yên YJA Star li hember qereqola Tepê Ortê ya li xeta sînorê herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek sûîqestê pêk anîn û leşkerek kuştin.
JI BO BÎRANÎNA GERÎLAYÊN ME YÊN LI QERQELIYÊ JIYANA XWE JI DEST DANE ÇALAKÎ
6’ê Cotmehê saet 18.30’an li hember qereqola Kanî Spî ya girêdayî navçeya Elbak a Wanê, hêzên gerîlayên me ji bo bîranîna hevalên li Elkê û Qerqeliyê şehîd ketin çalakî pêk anîn, ev çalakî me duh ji raya giştî re ragihandibû. Di çarçoveya detayên vê çalakiyê de;
Piştî çalakîyê rojekê, artêşa TC bi 5 wesayîtên zirxî ve qada çalakiyê girt bin dorpêçê. Di vê çalakiya berfireh de 4 jê pispor 16 leşker hatin kuştin, 21 leşker jî birîndar bûn. Ev qereqol ketiye rewşeke ku êdî neyê bikaranîn.
CERDEVANAN GERÎLAYEK QETIL KIRIN
Hevalê Şiyar, gerîlayê me yê têkilî pê re qut bibû, mesafeyek ji qada çalakiyê dûr, bi sercerdevan Selam Demîr û yên pê re rû bi rû hat. Tevî giştî hişyariyê hevalê Şiyar jî guhdar nekirin û sercerdevanê êrîşkar Selam Demîr, ji pişt ve li heval Şiyar da û hevalê me şehîd kir.
Vî sercerdevanî, 2 kesên sivîl jî birîndar kir.
Hevalê Şiyar di sala 2007’an de ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî têkoşîna azadiyê bibû û wek gerîlayêk pêşketî têkoşîna xwe mezin kir. Misoger wê hesabê vê komplo û êrîşa li hember hevalê Şiyar pêk hatiye bê pirsîn,
Ev 2 rojên dawî, tabûrên TRT Gabar, Girê Cotyar, Zivingê û Findikê, giştî herêma Gabarê dane ber obus û hawanan.
7’ê Cotmehê saet di navbera 17.00-19.30’an de hêzên gerîlayên me li Rêya Îpekê ya di navbera Farqîna Amedê û Êlihê de çalakiya kontrola rê pêk anîn. Hejmarek mezin wesayît kom bûn, di nav de wesayîtekê hewl da ku bireve, guleyên hişyariyê hatin avêtin, piştre jî wesayît hat derbkirin. Di wesayîta hat sekinandin de cerdevan hebûn, çekek Kalaşnîkof, 5 şarjorên tijî gule, êlekekî êrîşê û wesayît hate desteserkirin; cerdevan serbest hatin berdan. Piştî bûyerê, cerdavanê dîsa hewl da bireve ji pirê ket û birîndar bû.
Li BEDLÎSÊ LI HEMBER QEREQOLÊ JI SÊ BASKAN ÇALAKÎ
7’ê Cotmehê saet 08.00’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola gundê Qenexder a girêdayî navenda Bedlîsê çalakî li dar xistin. Çalakî ji sê baskan ve pêk hat; avahiya qereqolê, nîzamiye bûn hedef, baskekê jî çalakiya sûîqestê pêk anî. Li hember qereqolê û nîzamiyê çalakiyek bi bandor pêk hat, bi zelalî 2 leşker hatin kuştin, wesayîtek zirxî ya Akrep û tankek bi çekên otomatîk ên navîn hatin derbkirin. Di çalakiya ku hejmarek mezin leşker hatin kuştin û birîndar bûn hejmarek zelal nehate bidestxistin. Ev çalakiya ku bi awayekî serketî derbas bû ji bo bîranîna hevalên Şehîd Serhat û Şehîd Serxwebûn pêk hat.
Ev çend rojên dawî, cerdevanên gundên Pizinga, Andak û Vanikê li ser rêya Kop û Mûşê kontrolên nasnameyan dikin û dixwazin li ser gel zextê bikin. Her wiha leşkerên qereqolên vê herêmê jî kemînan datînin.
ARTÊŞA TIRK LI ERZÎROMÊ DEST BI OPERASYONÊ KIR
7’ê Cotmehê li bejahiya gundên Reşo, Mêrgaxellê û Alîcar ên girêdayî navçeya Qereyazî ya Erzîromê, artêşa TC operasyonek berfireh destpê kiriye. Ev operasyon hê jî didome.
24’ê Îlonê li Elkê operasyona şoreşgerî ya 24 saetan pêk hat, di pevçûnên piştî wê 3 rojan berdewam kirin de 9 gerîlayên me şehîd ketin. Li qada çalakiyê ji ber bi hinek yekîneyên me re têkilî dereng çêbûn, der barê hevalên me yên şehîd ji ber vê daxuyanî dereng ket.
Agahiyên sicîlên hevalên me yên şehîd ketine;
Nasnav: Egîd Tolhildan
Nav: Ahmet Korkmaz
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayik-bav: Suna – Mehmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Elkê
Nasnav: Dêrsim Lîcok
Nav: Mehmet Pehlîvan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik-bav: Rukiye – Abdulrahîm
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Elkê
Nasnav: Xemgîn Agirî
Nav: Mehmet Şerîf Akîcî
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Navê dayik-bav: Aklîme – Omer
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Elkê
Nasnav: Berfîn Zîlan
Nav: Sevda Çoltî
Cihê jidayikbûnê: ---
Navê dayik-bav: Reyhan – Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Elkê
Nasnav: Cûdi Gabar
Nav: Abdullah Aydin
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik-bav: Mumîn – Mehmet Halîl
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Elkê
Nasnav: Delîla Zerdeşt
Nav: Eylem Atsak
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik-bav: Şazîme - Îbrahim
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Elkê
Nasnav: Ferman Botan
Nav: Zekî Yildirim
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik-bav: Zeynep – Omer
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Elkê
Nasnav: Sozdar Zinar
Nav: Perîhan Mendes
Cihê jidayikbûnê: ---
Navê dayik-bav: Fatma – Îsa
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Elkê
Nasnav: Îbrahîm Sari
Nav: Emre Atabay
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Îlona 2015 / Elkê
Agahiyên nasnameya gerîlayê li navçeya Elbak a Wanê jiyana xwe ji dest daye