Li Geverê zarokekî 17 salî hat kuştin
Li navçeya Colemêrg Geverê, zarokê 17 salî Adem Sevînç, ji aliyê polîs û tîmên tevgera taybet ve hat qetilkirin.

Polîs û tîmên tevgera taybet li Kurdistanê zarokekî din qetil kirin. Polîs û tîmên taybet taxên Yeşîldere û Dizê yên navçeya Geverê ya Colemêrgê şevê din dorpêç kirin û xwestin saet di 01.30'an de bikevin nava taxan. Li ser vê yekê gel li hemberî hewildanan polîsan derket kolanan û destûr neda bikevin taxan. Polîs û tîmên taybet ên rastî berxwedana gel hatin tax gulebaran kirin. Di êrîşa li taxa Yeşîldere de zarokê bi navê Adem Sevînç ê 17 salî jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê zarokê jiyana xwe ji dest da ji aliyê welatiyên taxê ve hat wergirtin û birin morga Mizgefta Navendî ya taxa Qişlayê. Piştî qetilkirina zarok polîs ji herêmê çûn.
Gel jî piştî Sevînç jiyana xwe ji dest da li hemberî êrîşekî din a polîsan heya serê sibehê li kolanan nobet girt. Serê sibehê jî welatî ji bo cenaze rabikin li ber mizgeftê dest bi kombûnê kirin.