Yekîtiya Star: Komplo di sala 17. de beralî bû

Koordînasyona Yekîtiya Star: Di şexê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi komploya navneteweyî re hat xwestin, têkoşîna azadiyê ya Kurdan û gelên Rojhilata Navîn bê beralîkirin, lê belê komplo bi xwe di sala 17. de beralî bûye.

Koordînasyona Yekîtiya Star, ji ber salvegera 17. a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Koordînasyonê got, "Di şexê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi komploya navneteweyî re hat xwestin, têkoşîna azadiyê ya Kurdan û gelên Rojhilata Navîn bê beralîkirin, lê belê komplo bi xwe di sala 17. de bi temamî beralî bûye."

Di daxuyaniyê de komploya 9'ê Cotmehê bi tundî hat şermerzarkirin û hat ragihandin, ku bi komploya navneteweyî re di şexê Ocalan de hatiye xwestin, ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan û gelên Rojhliata Navîn were beralîkirin.

'PERSPEKTÎFA NETEWEYA DEMOKRATÎK, KOMPLO PÛÇ KIR'

Koordînasyonê ragihand, ku projeya aştiyê ya bi perspektîfa neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çarçoveya komployê bi temamî pûç kiriye.

Di dawiya daxuyaniya Yekîtiya Star de bang li gelên herêmê bi taybetî jî jinan hat kirin kir ku li dora projeya Rêberê Gelê Kurd bicivin.