Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, bi wesîleya salvegera 17. a komployê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku rûniştina doza li ser redkirina daxwaza penaberiyê sala 1999'an a muwekîlê wan li Yewnanîstanê, wê destpê bike.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û anî ziman, ku tecrîd ne 6 meh in, ev 16 sal in dewam dike û got, "Ti kes li Tirkiyeyê, li girtîgehekê 10 salan bi tena serê xwe nehatiye ragirtin. Ev yek ji xwe bi tena serê xwe tecrîda şidandî ye. Muwekîlê me Birêz Ocalan heta sala 2009'an li girtîgehekê weke mehkûmekî bi tenê hat ragirtin. Piştre 5 hikumxwar anîn girtîgeha lê dimîne. Piştî demekê bi guhertina van hikumxwaran re polîtîkaya tecrîdê ya topyekûn destpê kir. Em weke parêzer ji xwe ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikarin pê re hevdîtinê bikin. Ji 4'ê Cotmeha 2014'an û vir ve jî yanî ev saleke malbat nikare Birêz Ocalan bibîne. Lewma komploya li hemberî Birêz Ocalan bi tecrîda heta roja îro didome re, dewam dike."
BENDEWARIYÊN HIKÛMETÊ JI ŞER HENE
Bîlmez ragihand, ku di dema dawî de nêzîkatiyeke cuda li hemberî muwekîlê wan tê nîşandan û dewlet mîna amûrekê nêzî Ocalan dibe. Bîlmez got, "Li gorî xwe dibêjin ew ê karibin jê sûdê werbigire. Ev nêzîkatiyeke gelekî şaş e û gelek caran şaşîtiya vê nêzîkatiyê jî derket holê. Ya ku di vê demê de tê kirin, ev e. Ji sala 1999'an û pê ve di dema pêkhatina hevdîtinên bi Ocalan re de, Tirkiye rehet bûbû, pêvajoya şer bi dawî bûbû. Lê belê kengî tecrîda li ser Ocalan hat şidandin, hingî li Tirkiyeyê alozî û şer derket. Dewlet û hikûmeta îro jî ji ber ku hêviyên xwe ji şer hene, tecrîda li ser Ocalan dişidînin."
ŞER BÊDAWÎ NÎNE
Parêzer Bîlmez bal kişand ser mînakên li cîhanê yên pêvajoyên muzakereyê û got, "Ev pêvajo ne pêvajoyeke ku di nava salek, du salan de biqede ne. Ji ber ku ev pirsgirêkên mezin ên sosyolojîk û siyasî ne. Di van pêvajoyan de pêşdeçûn, paşdemayîn jî dibin. Alî ji maseyê radibin, mase diqelibe, careke din rûdinên, careke din radibin. Carna hêvî qels dibin. Lê di dawiya dawî de çareyeke me nîne, şer ti carî bêdawî nîne û ev pirsgirêk jî divê li dora maseyê bê çareserkirin. Beriya niha bi salan em bi parêzerên li Başûrê Afrîkayê re rûniştibûn. Yek ji van parêzerê Mandela Essa Mûsa bû. Mûsa dema reşbîniya me dîtin, ji me re gotin ku wan ev hest gelek caran jiyane, gelek caran gotine aştî nabe, gelek caran gotine nabe li dora maseyê rûnên, lê di dawiya dawî de pêvajoya muzakereyê bi ser ketiye. Lewma hêviya min heye, rewş dikare biguhere, veguhere."
HEMÛ HEWLDANÊN OCALAN JI BO JIYANEKE WEKHEV A GELAN E
Bîlmez da xuyakirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve ji bo hevgirtina gelan di nava hewldanan de ye û anî ziman ku Ocalan destnîşan dike, ku ji bo Kurdan û gelên Tirkiyeyê çareserî afirandina mercên hevgirtina azad e. Bîlmez da zanîn ku mebesta xweseriya demokratîk jî ev e û got, "Anî ziman, ku ji bo jiyaneek di nava mercên wekhev ên gelên li Tirkiyeyê de, divê bingeha hiqûqî û destûra bingehîn were avakirin. Ji ber ku ev neketine merieytê, tevlîhevî derdikeve."
KOMPLO PÛÇ BÛYE!
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez bal kişand ser armancên komploya navneteweyî û anî ziman, ku yek ji van armancan jî qutkirina Ocalan ji gelê Kurd bû û got, "Lê belê pratîka li Mexmûr, Şengal, Rojava û Kobanê nîşan dan ku ev bi kêr nehatiye. Gelê Kurd ên li wan deran li dijî çeteyên barbar ên DAIŞ'ê şer dike, nêrîn û felsefeya Birêz Ocalan xistiye meriyetê. Ev yek jî careke din nîşan dide ku komplo hatiye pûçkirin.
RÛNIŞTINA DOZÊ PIŞTÎ MEHEKÊ LI DADGEHA ÎDARE YA ATÎNAYÊ DESTPÊ DIKE!
Parêzer Bîlmez bibîr xist, ku serlêdana penaberiyê ya Ocalan a sala 1999'an a li Yewnanîstanê bi awayekî bêhiqûqî hatiye redkirin û got, "Ev serlêdan nehatibû nirxandin. Beriya 5 salan me li hemberî vê rewşê li Dadgeha Îdare ya Atînayê dozek vekir. Rûniştina destpêkê ya wê dozê wê di meha Mijdarê de li Atînayê bê dîtin."
Parêzer Bîlmez herî dawî got, "Eger di 1'ê Mijdarê de hêzên demokrasiyê bi ser bikevin, hingî hikûmeta koalîsyonê ya were avakirin, wê polîtîkayên îro ji nû ve binirxîne. Dibe ku Serokkomar jî neçar bimîne xwe hinekî din vekişîne. Lewam encamên hilbijartinê wê gelekî girîng bin. Ji ber ku polîtîkayên tên meşandin, polîtîkayên çêker nînin. Eger li şûna hikûmeta îro, hikûmeteke bi aqil ava bibe, hingî wê ev polîtîka biguherin: Naxwe, Tirkiye wê bigihêje xala parçebûnê."