Krîza Serokatiyê ya li Başûrê Kurdistanê çareser nebû

5 partiyên di hikûmeta Başûrê Kurdistanê de cih digirin ji bo çareserkirina krîza serokatiyê ku cara 9. civiyan û civîna wan bi protestoyên gel destpê kir careke din bê encam bi dawî bû.

5 partiyên di hikûmeta Başûrê Kurdistanê de cih digirin ji bo çareserkirina krîza serokatiyê ku cara 9. civiyan û civîna wan bi protestoyên gel destpê kir careke din bê encam bi dawî bû.

Piştî civîna 7 saetan a li Otela Şarî Ciwan, ku çavlirê bû daxuyaniya hevpar bê dayîn, ji ber di civînê de ti encam nehat wergirtin, daxuyaniya hevpar jî hat betalkirin.

Îro saet 11.00’an pênc partiyên mezin ên di hikûmeta Başûrê Kurdistanê de PDK, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtû Îslamî û Komala Îslamî ji bo krîza serokatiyê û siyaseta herêmê çareser bikin li Silêmaniyê hatin gel hev. Partiyên ku berê 8 caran hatin gel hev û negihiştin encamekê, di nav gel de bertekên mezin ava kiribûn. Di serî de li Silêmaniyê gelê Başûrê Kurdistanê li çar aliyan daketin kolanan û nerazîbûna xwe bi dirûşma "raperîn" a 1991’ê li hember rejîma Baasê bikar anîbûn nîşan dan.

YNK, Tevgera Goran, Yekgirtû Îslamî û Komala Îslamî li benda bersivên 2 pêşniyarên berê dabûn PDK’ê ne. 

Li gor van pêşniyaran an wê serok ji aliyê gel ve bê hilbijartin, qada wezifeya wî bê tengkirin an jî wê ji aliyê parlamentoyê were hilbijartin û qada wezîfeya wî bê berfirehkirin. 4 partî li benda PDK’ê ne ku ji van pêşniyaran yekê hilbijêre. Lê rêveberên PDK’ê di daxuyaniyên ku berê dabûn de gotibûn ku di pêşniyarên her 4 partiyan de xwedî heman fikrî ne, bila serok ji aliyê gel ve bê hilbijartin, lê divê qada serok a wezîfeyê berfirehtir be.