KURDISTAN
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) êrişên li ser Komele şermezar kir û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.
Şengal birîneke ku her roj ji nû ve vedibe. Ji 857 cenazeyên ku bi giranî ji gorên bi kom hatine derxistin, zêdetirî nîvê wan hîn jî di tarîtiya bênavbûnê de ne. Ev dosya qîrîna rastiyekê ye ku di bin heriyê de rûbirûyê lehî, şewat û jibîrkirinê bûye.
Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku li Rojhilata Navîn hevsengî têne guhertin û got, Kurd bêyî ku xwe bispêrin projeyên hêzên global divê stratejiya xwe ava bikin. Berwarî got, "Yekan rêya derketina ji vê pêvajoya dîrokî yekîtiya neteweyî ya Kurdan e."
Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferansê îradeya çareseriyê daniye holê û civaka Êzidî li hemberî siyaseta helandinê dixwaze bi entegrasyoneke demokratîk mafên xwe misoger bike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” bı panela 3'Emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Iraq civaka Êzidî neteweyek ji Iraqê nas bike û hat gotin ku her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye."
Hemû Nûçe
-
Li Sûrê zaroka 9 salî hat qetilkirin
Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Amedê, der barê dorpêçandina navçeya Sûrê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku zaroka bi navê Hêlîn Şen a 9 salî hatiye qetilkirin û dorpêçî jî dewam dike.
-
-
PDK'ê ji Tevgera Goran xwest ku Hewlêrê biterikîne
Duh êvarê saet di 23:00 de Komîteya Navendî ya Partî Demokratî Kurdistan (PDK) li wezîr û parlamenterên Tevgera Goran geriya û ji wan xwest, ku ji wezîfeya xwe ya di nava hikûmetê de îstifa bikin û Hewlêrê biterikînin.
-
Xerîb: Daxwaza gel, sîstemeke demokratîk e
Xerîb bal kişand ser daxuyaniyên PDK'ê, ku piştî krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê, KCK'ê sûcdar dike û anî ziman, ku ev sûcdarî nayên qebûlkirin. Xerîb destnîşan kir, ku sûcdariyên li wan tên kirin, bêbingeh in.
-
Kerboran di berxwedanê de ye
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ku ji duh ve OHAL hatiye îlankirin û derketina kolanan li welatiyan hatiye qedexekirin, berxwedana gel a li hemberî êrîşên hêzên dewletê berdewam dike.
-
26 kes li Sûrê hatin binçavkirin
Li navçeya Sûrê ku rewşa OHAL'ê û Rêveberiya cuntayê didome, tîmên taybet bi zorê bi ser malan de digirin û di nava rojekê de herî kêm 26 kes binçav kirin.
-
-
Cenazeyên 8 gerîlayan li Licê spartin axê
Cenazeyên 8 gerîlayên HPG-YJA Starê yên duh di bombebarana li herêma "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşma "Şehîd Namirin" hatin definkirin.
-
Li Amedê bi deh hezaran komkujî protesto kirin
Bi deh hezaran Amedî, bi boneya komkujiya li Enqereyê li dijî mîtînga aştiyê pêk hat şermezar bikin, daketin qadê û dirûşma "Qatil Erdogan" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin.
-
-
Polîs li Kolanên Sûrê bombeyan bi cih dikin
Li navçeya Sûrê ku qedexeya kolanan û OHAL didome, polîs dikevin kolanan û bombeyan di kolanan de bi cih dikin. Polîs bi zorê dikevin malan û welatiyan bi lêdanê binçav dikin.
-
-
-
Artêşa Tirk şehîdgeha Herekol bombe dike
Balafirên şer ên artêşa Tirk “Şehîdgeha Şehîd Resûl û Şehîd Azîme” ya li çiyayê Herekol a navçeya Berwarî ya Sêrtê bombe dike. Ji mertalên zindî yên li herêmê agahî nînin.
-
Gel li Germiyan dîsa li kolanan e
Li Başûrê Kurdistanê protestoyên li hember hikûmetê her ku diçe zêdetir dibin. Li bajaroka Rizgarî ya girêdayî navçeya Kelar a herêma Germiyan gel derket kolanan û dest bi protestoyan kir.
-
-
-
-
-
Li Şengalê 10 çete hatin kuştin
Hêzên YBŞ’ê operasyona li hember çeteyên DAIŞ’ê li Geliyê Şilo didomîne. Di encama operasyona hêzên YBŞ’ê de 10 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
-
-
-
Berxwedana li Kerboranê didome
Li Kerboranê ji duh ve ye qedexeya derketina derve berdewam dike. Polîsên ku taxan dorpêç kirine bi çekên giran êrîş dikin lê di serî de jin, gelê Kerboranê jî berxwedana xwe didomînin.
-
-