Li Başûrê Kurdistanê 318 Saziyên Civaka Sivîl piştgirî dan çalakvanan

Li tevayî Başûrê Kurdistanê 318 saziyên civaka sivîl, rojnamevan û rewşenbîr li hember krîza siyasî û aborî piştgirî dan çalakvanan.

Li tevayî Başûrê Kurdistanê 318 saziyên civaka sivîl, rojnamevan û rewşenbîr li hember krîza siyasî û aborî piştgirî dan çalakvanan.

318 rêxistinên civaka sivîl, rojnamevan û rewşenbîr piştgirî dan çalakiyên protestoyê û gotin: “Ewlehiya canê welatiyan û çalakvanan wezîfe û berpirsiyariya hêzên ewlehiyê yên herêma Kurdistanê ye.

Başûrê Kurdistanê ev demek dirêje ji ber partiyên siyasî yên di hikûmetê de cih digirin nikarin krîza seroktiyê çareser bikin û bi vê krîzê re krîzên aborî jî derdikevin holê, bûye qadek protestoyên çalakvanan. Bi taybet li bajarê Silêmaniyê û navçeyên wê û herêma Germiyanê, hêzên ewlehiyê êrîş birin ser çalakvanan û heta niha 1 jê zarok 5 kes qetil kirin. Li hember hêzên ewlehiyê şîdetê li hember çalakvanan pêk tînin, 318 rêxistinên civaka sivîl, rojnamevan û rewşenbîr daxuyaniyek hevpar weşandin.

Di daxuyaniya hevpar da hate bibîrxistin ku çalakiyên boykot û protesto yên civakî mafekî rewa û zagonî yê gelê herêma Kurdistanê ye û wiha hat gotin: “Di maf xwestinê de xwepêşandan, grev û boykot rêyên rewa ne. Daxwazên mafan bi hincetên cuda ve astengkirin û nepejirandin nayê qebûlkirin.”

Di daxuyaniya hevpar de ev daxwazana cih girt:

- Em kesên ku gule li ser çalakvanan reşandine şermezar dikin û daxwaz dikin kesên ku li hember çalakvanan çek bikar anîne di demek kurt de derkevin dadgehê û bi zagonên terorê ve bên dadgehkirin.

- Em piştgiriya xwepêşandan û çalakiyên civakî dikin û diyar dikin ku em li dijî bikaranîna şîdetê ne.

- Bê ku çalakvan bikevin rêya şîdetê, divê bi rêyên demokratîk ve daxwazên mafê xwe bikin û nehêlin ti beşên siyasî çalakiyên wan sûîstîmal bikin, destûrê nedin esasgirtina berjewendiyên partî û kesan.

- Ji ewlehiya canê çalakvan û welatiyan hêzên ewlehiyê yên herêma Kurdistanê wezîfedar û berpirs in.

- Pêwîst e alîgirin siyasî di mijara serokê herêmê de di demeke herî kurt di çarçoveya zagonan de bigihêjin lihevkirinekê.

- Pêwîst e hikûmeta herêma Kurdistanê tavilê kom bibe, ji bo pirsgirêkên mûçe û krîzên li herêma Kurdistanê çareseriya bibîne.

- Divê parlamentoya herêma Kurdistanê di demek herî kurt de kom bibe û wezîfeya zagonsazî pêk bîne.