Xerîb: Daxwaza gel, sîstemeke demokratîk e

Xerîb bal kişand ser daxuyaniyên PDK'ê, ku piştî krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê, KCK'ê sûcdar dike û anî ziman, ku ev sûcdarî nayên qebûlkirin. Xerîb destnîşan kir, ku sûcdariyên li wan tên kirin, bêbingeh in.

Endamê Konseya Rêveber a  KCK'ê Diyar Xerîb bal kişand ser daxuyaniyên PDK'ê, ku piştî krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê, KCK'ê sûcdar dike û anî ziman ku ev sûcdarî nayên qebûlkirin. Xerîb destnîşan kir, ku sûcdariyên li wan tên kirin, bêbingeh in.

Xerîb got, "Rêveberiya herêmê û partiyên siyasî yên ku 24 sal in li Başûrê Kurdistanê sîstemeke demokratîk neafirandine, ji qewimînên îro berpirsyar in. " Xerîb destnîşan kir, ku hêzên ewlekariyê yên ku bi êrîş, qetilkirin, birîndarkirin û bêdengkirinê re bersivê didin nerazîbûna mafdar a gel, divê teqez bên darizandin û anî ziman, ku pêwîste gel jî nerazîbûnên xwe li ser bingeha demokratîk teqez nîşan bide.

'WEKE KCK EM AMADE NE ALÎKARIYÊ BIKIN'

Diyar Xerîb da xuyakirin, ku hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, bi awayekî neyînî nêzîkî daxwaza KCK'ê ya hewldana ji bo çareseriya pirsgirêkan bûne û ev xal destnîşan kir: "Weke KCK, beriya niha bi hin wesîleyan me dan xuyakirin, ku ji bo çareserkirina vê krîzê em ê bibin alîkar. Tecrûbeyeke me ya dûr û dirêj heye. Me xwest bi hikûmet û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê re vê tecrûbeya xwe parve bikin. Lê belê ev qebûl nekirin. Herî dawî Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Birêz Cemîl Bayik careke din da xuyakirin, ku ew ji alîkariyê re amade ne. Lê belê partiyên siyasî yên ku bûne sedema krîzê, dîsa bersiveke erênî nedan. Lê em her tim ji alîkariyê re amade ne."

Xerîb bibîr xist ku zêdeyî du meh in partiyên siyasî timî civînên hevpar lidar dixin, lê belê pirsgirêk hînê çareser nebûye û got, "Ev rewş, weke zext û tengaviyê bandorê li gel dike. Bi mehan e meaşên karmendan nayên dayîn. Krîza aboriyê gav bi gav kûrtir dibe. Gel xizan dibe. Hûn nikarin heta bi hetayê gel birçî bihêlin, bêçare bihêlin. Eger siyaset çareseriyê neafirîne, wê piştî demekê, gel nerazîbûnê nîşanî vê tengaviyê bide.

Eger ev nerazîbûna gel bi şêweyê demokratîk xwe nîşan bide, wê gelekî baştir be. Em weke KCK destekê didin daxwaza gel a ji bo guhertina sîstemê û bicihbûna cewhereke demokratîk. Em dixwazin li Başûrê Kurdistanê sîstemeke demokratîk were avakirin. Girîng e sîstem adîl be û mafê gel bide gel. Em di heman demê de ji gel jî dixwazin, ku nerazîbûnên xwe bi awayekî demokratîk nîşan bide. Eger ev nebe, mîna sala 2011'an, wê van daxwazên gel ji bo tiştên nebaş bi kar bînin. Em ji vê bi guman in. Gel, ciwan, rewşenbîr û yên dixwazin pirsgirêk li ser bingeha demokratîk werin çareserkirin, girîng e di vê mijarê de hişyar bin."

Xerîb da xuyakirin, ku eger pirsgirêk veguhere pirsgirêka di navbera hin aliyên siyasî de, wê nebaş bibe û destnîşan kir, ku divê yên nerazîbûna xwe nîşan didin, bala xwe ji vê rastiyê hebe.

Xerîb got, "Gel li Germiyan, Raperîn, li Silêmaniyeyê PDK'ê, li cihên din jî partiyên din hedef digire. Ev rast nîne. Ev yek daxwazên mafdar ên gel ji cewherê dûr dixîne" û destnîşan kir, ku bersiva hêzên ewlekariyê bi çek û kuştina sivîlan, nayê qebûlkirin. 

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Diyar Xerîb destnîşan kir, ku yên sivîlan dikujin divê teqez li pêşberî edaletê hesap bidin û got, "Pêwîste roja îro nebe mîna ya sala 2011'an. Yên sivîlan dikujin, divê bêceza nemînin.

Piştî ku nerazîbûnên bi vî rengî ji aliyê gel ve hatin nîşandan, ji çapemeniya ser bi PDK'ê, weşanên ku tevgera me berpirsyar nîşan dide, hatin kirin. Ev yek bi temamî, berevajîkirina rastiyan e. Her kes dizane ku helwesta KCK'ê çi ye. Em timî bûne alîgirê demokratîkbûyînê. Lê li Başûrê Kurdistanê beşeke mezin a gel ji Rêber Apo hez dike. Tê zanîn; di pêvajoya hilbijartinan de bi taybetî alîgirên Tevgera Goran û YNK'ê di mîtîngên xwe yên hilbijartinê de dirûşmên 'Bijî Serok Apo' diqîriyan. Di wê demê de kesî ji bo wan nedigotin ev KCK'yî ne, ev PKK'yî ne. Eger îro Rêberê me li zîndanê, ji bo sîstemeke demokratîk li Kurdistanê bi cih bibe têdikoş e û ev yek di nava gel de bersiva xwe dibîne, hingî ev nayê wê wateyê ku tevgera me sûcdar e. Ev hesta gel e.

Em ji gelê ku bi Rêber Apo re dilsoz e dibêjin, divê li ser bingeha demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bide. Banga me ya li gel jî ev e. Wekî din, PDK jî divê ji ber vê rewşa derketiye holê bi ti awayî me sûcdar neke. Ji ber ku ev ne rast e. Ev yek berevajîkirina cewhera pirsgirêkan e û astengkirina çareseriyê ye. KCK hem ji bo çareseriya pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê hem jî ji bo çareseriya pirsgirêkên li tevahiya Kurdistanê têdikoşe. Em hêvîdar in ku PDK û çapemeniya pê ve girêdayî, wê xwe ji weşanên bi vî rengî yên sûcdarkirinê vegirin. Aliyên siyasî bi sûcdarkirina hin derdorên derveyî xwe re, nikarin sedemên pirsgirêkê diyar bikin, lewma nikarin rêyên çareseriyê peyda bikin."